Fîlma hunermendekî Kurd xelateke mezin wergirt

Fîlma hunermendekî Kurd xelateke mezin wergirt

.

A+A-

 Fîlma hunermendê Kurd Omer Faruk Baran a bi navê ''Tercûme'' (2022) li 1 Minute Film Festival a Cape Townê xelata baştirîn fîlma bi zimanê bîyanî wergirt. Baran xelata xwe diyarî zarokên ku Kurdî, (Kurmancî - Zazakî) bijartine kir ku demek e ew dersên bijartî di rojeva Tirkîyê de ne.

Fîlma hunermendê Kurd Omer Faruk Baran a bi navê ''Tercûme'' (2022) li 1 Minute Film Festival ya Cape Townê ya Afrîkaya Başûr xelata baştirîn fîlma bi zimanê bîyanî wergirt.

Baran di derbarê wergirtina xelatê de Rûdawê re axivî û got “Zarokên ku dersên Kurdî bijartine hêviyên min ji nû ve geş kirine û ez hêvî dikim ku ew zarokên bi zimanê xwe mezin dibin, fîlmên çêtir çêkin.”

Fîlma Baran a ''Tercûme'' 1 deqîqe ye lê ew dibêje wî ew fîlm di 7 salan de kişandiye. Li gor sînopsîsa fîlma 1 deqeyî, di sala 2015an de komek xebatkarên saxlemîyê hewil didin sînorê Kobanîyê qaçax derbaz bikin. Xebatkarên saxlemîyê Kurdî, rêber Tirkî nizane. Wergera tercûmên di rêka bi talûke de nîvçe dimîne.

Herwiha Baran ji Rûdawê re da zanîn ku fîlma wî ya bi navê ''Tercûme'' heta niha li Swêd, Brezîlya, Îtalya, Hong Kong, Hîndistan û Japonê ketiye nav jimareke bijarteyên fermî yên festîvalan.

Baran ragihand ku filma ''Tercûme'' berî xelata 1 Minute Film Festivalê, li White Unicorn International Film Festivalê jî xelata derhênerê baştirîn fîlma pêşî wergirtibû.

Omer Faruk Baran ji xeynî derhêneriyê, bi nivîskarî û rojnamegeriya xwe ve jî tê nasîn û pirtûkeke wî ya helbestan û romaneke wî hene.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin