‘Festîvala Avjeniyê ya Deryaya Wanê’ dest pê kir

‘Festîvala Avjeniyê ya Deryaya Wanê’ dest pê kir

.

A+A-

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo sûda wê bigîhêje nasandina Gola Wanê îsal cara ewil "Festîvala Avjeniyê ya Deryaya Wanê" destpê kir.

Festîval ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Komeleya Çalakvanên Gola Wanê ve tê lidarxistin.

Ji bajarên wek Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yên weke Stenbol, Îzmir, Antalya, Sêwaz, Amed, Dêrsim, û Bêdlîsê gelek werzişvan û siruşthez çûn Wanê ku beşdarî festîvalê bibin.

Biryar e festîval 7 rojan berdewam bike, werzişvan dê pêşbaziya avjeniyê bikin.

Di roja ewil a festîvalê de 400 kesên li Îskeleya Axtamarayê ya li navçeya Gewaşê ye hatin ba hev, amadehiyên xwe kirin û paşê ji bo ku xwe bigîhînin Girava Axtamarayê ya 4,5 kîlometre dûr e dest bi avjeniyê kirin.

Welatiyên hatin temaşeya wan bikin jî bêhna xwe vedan û seyran kirin.

Serokê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê Erdogan Ozel got ji bo dîrok û xweşikiyên 4 giravên li Gola Wanê ji aliyê geştyarî ve bên nasandin festîval tê lidarxistin.

Ozel da zanîn ku eleqeyeke mezin ji bo festîvalê heye û wiha axivî: "Festîvala me dê hefteyekê berdewam bike. Li welatê me cara ewil e çalakiyeke wiha tê lidarxistin. Ji Stenbol, Dêrsim, Amed, Îzmir û bajarên cuda mêvanên me hene. Me qesî 600 kesan tomar kir, ji ber ku hê serlêdan hebûn em mecbur man ku êdî yên mayîn qebûl nekin. Em dixwazin xweşikiyên Gola Wanê yên bêhempa bidin nasîn. Herî dawîn wêneyê Gola Wanê di pêşbirka NASAyê da yekemîn hatibû hilbijartin. Şînahiya Golê herkesî matmayî dihê. Em jî dixwazin wê bidin nasîn."

Beşdariyê ji Stenbolê çûye Ayhan Îlhan jî bal kişande girîngiya festîvalê û wiha axivî: "Em ji bo festîvalê 20 heval ji Stenbolê hatin Wanê. Ji bo ku Gola Wanê paqij bimîne em dixwazin balê bikşînin. Festîvalên avjeniyê gelemperî rojekê çêdibin, lê ev dê heft rojan dewam bike. Ev jî girîngiya festîvalê nîşan dide."

Wezrişvan Hamîde Yilmaz a ku ji Stenbolê çûye jî got divê Gola Wanê bê parastin û wiha pê de çû: "Ez werzişa avjeniyê dikim. Em havîn û zivistan avjeniyê dikin û rahênanên me hene. Di heman demê de ez rahênera avjeniyê me. Min ava Gola Wanê pir eciband, ne wek ya behrê ye. Ez ji kesên avjeniyê hez dikin re dibêjim werin Wanê."

Mihrîcanê di 23ê tîrmehê de dawî ibe, yên beşdar bûne dê herin çalakiyên Gola Kraterê ya Nemrûdê jî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin