Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ez Avakirina MakPirtûkê Li Almaniya Pîroz Dikim

A+A-

 

 Nameya MakPirtûkê bo min:

Ev dem û hemû demên we xweş bin. Em bi kêfxweşî radigihînin ku li Almanyayê
pirtûkfroşek bi navê 
https://makpirtuk.de/ vebûye û niha em wekî MakPirtûkê bo we
dinivîsin.


Hêjayan bi vê peyamê mebesta me ew e ku em haya we ji xwe çêkin. Her wisa em
dixwazin bidin zanîn ku heta ji me hat, hemû pirtûkên kurdî yên li ber destan heyî me
komkirin û em dê hewl bidin wan bigihînin xwînerên we/me yên li ewrupayê û li
sernaserê cîhanê. Destkeft û dahatên vê çalakiya me dê karîgeriyeke baş bo ziman û
edebiyata me bike. Gumana me qet ji vê yekê nîne. Çiku xwîner lokomotîfa edebiyatê
ne û tevkariya xwînerên zîrek bo edebiyateke ku hewl dide sînorên xwe fireh bike, bivê-nevê ye.

Bi avakirin û vebuna MakPirtûkê re êdî xwîner/xwendevanên kurd yên ji nedîtina pirtûkên kurdî li Ewrupayê bigazinc in, dê kêfxweş bibin. Ev yek dê sîrkulasyonek baş
bide civaka me ya dîasporayê û bike ku kurdî li van deran hilmeke ji xaka welat bistîne.
Rica û daxwaza me ji we ev e ku hûn piştvaniya vî karê me bikin, û heke ji we bê
hûn nûçeya me di hesabên xwe yên telefon/medyayî de parve bikin, bi vî şiklî haya me ji xwînerên xwe çê bikin. Xeyn ji vê MakPirtûk ji her cure rexne û pêşniyazan re vekirî ye. Ligel rêz û hurmetên ji milkê dil..

 Navnîşanên me yên Telefon/Medyayî;

Whatsap/Mobîl: +49 1575 0649613
Înstagram: 
https://www.instagram.com/makpirtuk/?igshid=YmMyMTA2M2Y%3D

Tweeter: https://twitter.com/Makpirtuk

Facebook: https://www.facebook.com/makpirtuk

Youtube: https://www.youtube.com/@makpirtuk?fbclid=PAAaZwYYQVle-
Malper: http://www.makpirtuk.de/

 

Önceki ve Sonraki Yazılar