"Ew him diranpizîşkîyê dike û him jî karê wergerê"

"Ew him diranpizîşkîyê dike û him jî karê wergerê"

Bi Sabahat Karaduman re hevpeyvin li ser wergera pirtûkan û zimanê kurdî

A+A-

Roza Kurd   

Sabahat Karaduman, bi wergera pirtûka Qutî (Dosan) ya ji swêdî bo kurdî û pirtûka Gotinên Gunehkar wergera ji kurdî bo ingîlîzî derket pêş. Mîna hejmara nivîskarên me hejmara wergêrên me jî kêm in. Em çûn Îngilîstanê, bûn mêvanê wê, ciyê karê wê dît, me xwest em Sabahat xanima jiyana rojane û ya wergêr bi hev re nas bikin. Me pê re li ser wergêrî û xebata wê, hevpeyvînek ji bo we xwendevanên Rûpela Nû pêk anî.

1-Tu dikarî xwe ji xwendevanên Rûpela Nû re bidî nasîn?

Ez ji Erxenîya Amedê me.  Ez di sala 1981an de weke penaber hatim Swêdê. 16 salî bûm.   Min perwerdeya xwe ya diranpizişkî li Stockholmê kir. Ev 18 sal e jî ez li Îngîlîstanê dijîm û weke doktora diranan kar dikim.

2- Karê wergerê kengî û ji ku destpê kir, ew fikir ji ku hat?

Min heft sal berê dest bi karê wergerê kir.  Beriya ku ez dest bi xwendina diranpizişkîyê bikim, min li Swêdê bi qasî deh salan tercumanî kir. Tercumanîya bi zimanê kurdi, tirkî û swêdî. Ev tercumanî li gel maqamên cuda cuda bûn. Loma jî karê tercume û werger bi awakî di jîyana min de hebû. Eleqeyek û hezkirineka min a taybetî ji bo ziman û devokan her hebû. Ji xwendinê hez dikim, piranî jî ji edebiyatê an jî bi kurdîya nûjen wêje dibêjin.

Tu jî dizanî, tiştên qedexe û tabû li ser in, hertim bi meriv şêrîntir e, -bi taybetî jî ev zimanê zikmakî be... Ji bo wî jî di kurahîya dilê min de hertim hestên ’gelo ev pirtûka ez dixwînim wê bi kurdî ba ew ê çawa ba, hebûye...  Dema pirtûkên kurdî jî dixwînim dixwazim bila bi zimanên din jî were çapkirin da ku bila cîhan bizanibe zimanekî bi sed salan e hatîye qedexe kirin û di bin rewşên mirin û mayînê de heta îro hatîye û bi berhemên hêja şîn dibe û şax dide.

karaduman3.jpg

3-Sabahat xanim, Tu doktora dirana yî û wergerê dikî, du beşên ji hev pir cuda ne. Em çawa wan bînin ber hev?

Dema ez hatim Swêdê, ku şaş nebim, piştî mehekê min û xwuşka xwe nivîsên kovara Berbangê -yê beşa kurmancî- li ser daxtîloyê dinivisandin. Berbang kovara ku ji alî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê dihat weşandin. Bawer im Federasyon jî di destpêka sala 1981an de hatibû damezrandin û li navenda Stockholmê li Sveavägen bû.

Me dikarîbû bi kurdî bixwînin û binivisînin wê demê. Ew jî avantajek mezin bû ji bo me. Lê dikarim bêjim nivisandina Berbangê li ser daxtîloyê û rojane bi zimanê kurdî re mijulbûn ji bo min firsendek mezin bû, di alîyê ziman û pêşvebirina zimanê kurdî de. 

Dema ez nû hatibûm Swêdê, min dixwest ez rojnamevanîyê bixwînim…  Wê demê jî min hin dersên bingehî dixwend di lîseya ji bo salmezinan ku bi zimanê Swêdî ’komvux’ dibêjin. Divê ez li vir parantezê kî vekim. Meheke berê ku ez ji Kurdistanê derkevim, min lîse qedandibû. Lê weke hûn jî dizanin, li Swêdê dema meriv ji dibistanên derveyê Swêd xwedî dîplome ne, ji bo xwendina bilind, meriv mecbûr bûn dersên bingehê dîsa bixwînin. Ew jî li lîseya ji bo salmezinan dibe. Min biroj karê tercûmanîyê dikir ji bo aborîya xwe, heftê du-sê êvaran jî li lîseyê dersên bingehî dixwend û di heman demê de jî li Federasyonê de çalak bûm.

Federasyon jî ji Sveavägen barkiribû û hatibû Tunnelgatan. Rojekê yekî pardoseyek dirêj î nîv peritî 30-35 salî, çenteyek li ser milê wî ket hundir. Min di dilê xwe de got ev çi dixwaze gelo? Min jê pirsî. Got ez ji wezareta karûbarê bîyanîyan têm. Ez rojnamevan im û li ser xwestina wezaretê min di derheq Kurd û Kurdistanê de pirtûkek agahdarî nivisandîye û min yek  jî ji Federasyonê re anîye.

Tiştê ku di wê sanîyê de hat bîra min ew bû: ji halî wî xuya dike ku rojnamevanî zikê mirov têr nake. Divê ez karekî din bikim. Min got ez karekî wusa hilbijêrim da ku ez ku de biçim, ez bikaribim di wî karî de bişixulim. Min xwest ez doktorîyê bixwînim. Doktorîya diranan alternatîfa duwem bû. Ez ketim ya diranan û min êdî ev beşa dom kir.

Belê, li gel ku ez doktorîya diranan dikim, edebîyat û werger her di goşeyeka dilê min de cihê xwe girtibû, xwe veşartibû û li benda wexta xwe sekinîbû. Diyar e ew waxt hatiye, bêyî ku pê bihisim, carê min dît min dest bi wergerê kiriye.

4- Bawerim wergera te ya ewil ya çap bûyî, pirtûka Dosan e, Çima Dosan (Qutî)?

Bawerim Dosan bi mijarên gelek cuda û di heman demê de bi hevdu re girêdayî bi awayekî hêsan  radixe ber çavan. Meriv bi awakî piralî dîroka Swêdê di çîroka Helgayê de dibîne. Çiroka Helgayê behsa destpêka salên 1900an dike.

Rewşa civakî, ferqîyetên sinifî/çînî, civatek patrîyarkalî, têkilîyên jin û mêr, heqê dengdanê ji bo jinan, mesela însestê (têkîlîyên cînsî yê ku bi zorê di nav endamên malbatê de pêk tê), problemên yekîtîya Norwecê û Swêd û serîhildana Norwecê ji bo dawîlêanîna yekîtîya bi Swêdê re, mijara tesîra kesayetên ku dîn/olê ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî bi kar tînin...  Mijara ku mixabin îro jî bi awakî hîn xirabtir dom dike.

Rewşa keçeke ku di huvdeh salîya xwe de bêyî dê û bav dimîne û zehmetîyên ku rûbirû tê. Xeyalên wê, hêvîyên wê, daxwaza wê ya jîyanek bi evîn û li ser bingeha wekhevîya jin û mêr,  bêçarebûna wê...  Têkoşînek  li hemberî neheqîyên civakî yê li hember jinan û kesên bindest  di dilê qehramana Qutîyê, Helgayê de şîn dibe û şax dide.

Dema ez di 1980yî de hatim Swêdê, ji min re wusa dihat ku civata Swêd bi sedan sal e her wusa pêşketî ye.  Wekhevîya di navbêra jin û mêran de bi xetên mezin (bêyî ku têkevim nav problem û astengîyên detayî)  ku min di destpêka salên 1980 de li Swêdê dît, li gor civata ku ez jê dihatim gelekî baştir bû.

Bawerim di kûrahîya dilê min de xwestina nîşandana ku ‘ka binêrin va Swêd jî berê sed salî ji me xerabtir bûn, lê xwe pêşve birine û ev jî dide nîşandan em jî dikarin civata xwe, jîyana xwe baştir bikin’ hebû. Li gel ku ez pir baş dizanim,  rewşa ku em Kurd têde dijîn bi ya Swêd a wê demê re nayê muqayesekirin... bawerim li gel vê zanînê jî, ya min belkî tenê hêvîyek e...

kaardamuna1.jpg

5- Piştî  wergera Dosan, te pirtûka Hesenê Metê ya Gotinên Gunehkar ji kurdî wergerî ingîlizî kir. Qasî ku dizanim mijara Dosan û ya Gotinên Gunehkar ji hev pirr cuda ne, zeman û mekan jî cuda ne, dîsa bipirsim, îcar çima gotinên gunehkar?

Belê mijarên cuda ne, lê hin tiştên hevbeş jî hene. Pirsên civakî û dîrok bi awakî çîrokî pêşkeşkirin hîn pirtir xweşa min diçe. Herdû pirtûkan de jî bûyerên dîrokî  bi awakî çîrokî tên pêşkeş kirin. Ne qasî Gotinên Gunehkar be jî , Qutî jî behsa mijara dîn/ol dike.

Kûrahîya çirokên Gotinên Gunehkar ez cezb kirim. Weke rêwîtîya qehramanê Gotinên Gunehkar ku ketîye dû rastîyê, rastîya sebebên afirandina keç û lawên ademî. Dema Behram dide dû Nagînayê dikeve, dû rastîyê, ew rastî  bûyer û çîrokên efsûnî  tê.  Rêwîtîya Behram ya xeyalî  û bûyerên ku ew rûbirû tê û çîrokên ku ew dibihîze, hemû bi awakî xweş û mîtolojîk bi hevdu re tê hûnandin.

Di gera xwe ya li dû rastîyê,  li gel wan bûyeran jî behsa bûyerên an serpêhatîyên ku serê Ermenîyan de hatîye, tê behskirin.

Di heman demê de, nivîskar  xwestîye bi rêya  çîroka qehramanê romanê Behram û malbata ku rastî Behram hatîye, ji bo ku bal bikişîne ser fanatîzma olî ku her ji mêj de hebûye û hîn jî heye, raxe ber çavan.  Bawerim nivîskar dixwaze bal bikşîne ser pirsa bawerîya bêyî guman. Ez wusa fahm dikim ku ew dibêje, berê ku hun bi çavên girtî bawerî  bikin, bipirsin, lêkolinî bikin û bibin xwedî ramanekê. Dixwaze di çîroka Behram de bide pêşçav ku, hin kes ji bawerîya xwe ya paqij, bawerî bi olan tînin, hin ji tirsa civatê, hin ji nezaniyê dike, hin kes jî wusa dîtîne û fêrbûne û wusa qebûl kirine.

Ev jî ji bo min mijarek gelekî balkêş bû û min biryara wergera vê pirtûkê girt. Gotinên Gunehkar pirtûkek hêjayê xwendinê ye. Min xwest bila bi îngîlîzî were çapkirin, bila dinya jî ji vê nimûnê edebiyata kurdî, romana kurdî binasin.

6- Werger a Dosan/Qutî ji swêdî bo kurdi bû, em dema li benda wergerek din bi kurdi bûn wergera te ya ji kurdi bo ingîlîzî derket.  Tu vê ya çawa şîrove dikî?

Belê. Di esasê xwe de Gotinên Gunehkar wergera min a ewil e. Dosan ya herî dawî bû lê ya herî ewil çap bû.

Ji bo min zimanê kurdî bingehîya wergerê ye; wergera ji zimanê kurdî ji bo zimanê swêdî an îngîlîzî an jî ji van herdu zimanan ji bo zimanê kurdî.

7- Te di danasîna pirtûka Qutî de got ku wergera min ya ewilî ne ev e , lê belê pirtûkek li ser  hepsa Diyarbekir heye ku bi zimanê tirkî ye û te wergerandiye bo ingilîzî.  Tu bi Kurdî, Swêdî, Îngîlîzî, tirkî wergerê dikî. Halê normal werger navbêra du zimanan de tê kirin, lê tu ji çar zimanan wergerê dikî.  Gelo avantaj û dezavantajên wê çine?

Belê. Di esasê xwe de tirkî ne tercîha min a ewil e ji bo wergerê. Lê taybetîya naveroka wê pirtûkê heye. Ew jî di derheq zulm û îşkenca zîndana Dîyarbekir e. Behsa dema herî xerab ya salên 1981 heta 1986an dike. Ez yek ji wan kesên bi şans bûm ku ji wê zulmê xelas bûm. Lê bi sedan kesên ku ez ji nêzîk ve nasdikim ji wê zûlm û îşkencê para xwe wergirtin. Ev jî weke êşekê her di dilê min de cîhê xwe girtibû û heta ku rojekê min ê bikarîba bi zimanê ku hemû cîhan bi awakî pê dizane, wergerînim.

Hêvîya min ew e ku bila bi îngîlîzî çap bibe û li hemû rêxistinên ku mafên mirovatî re mijul dibin û ji Yekîtîya Ewrupa re û Yekîtîya Netewan re were şandin û bila ew bûyerên ku bûne neyê jibîrkirin û bi kêmasî weke belgeyekî bimîne. Ez dizanim bi dehan pirtûk bi zimanê kurdî û tirkî li ser zîndana Diyarbekir hatine nivîsandin, lê bi zimanê sereke yê dinyayê gelek kêm tişt hene, dibe qet tunebin jî.

Taybetîya vê pirtûka tirkî jî ev bû. Lê ev nayê wê maneyê ku ez ê tucar bi zimanê tirkî tu tiştekî wernegerînim. Li ser Kurd û Kurdistanê bin û mijar an naverok min cezib bike, çima na? Lê tercîha min a ewil zimanê kurdî ye.

Avantajek xweş e ku alternatîf û îmkanên min ê hilbijartinê heye. Ya rastî, dezavantajek hebe, ew jî wexta min têr nake ku ez li gor dilê xwe bi vî karê wergerê re mijûl bim.

8-Zimanên din ku bi sedan salane zimanê  perwerdê ne û zimanê kurdi ku bi sedan salane qedexeye, dema tu van zimanan didî ber kurdî, tu çi zahmetîyê dibînî?

Gotinên Gunehkar wergera ewil bû, lê mixabin hûn bi xwe jî baş dizanin ku dema welatê meriv tunebe, tu dezgehên meriv jî tuneye ku meriv li derîyê wan bixe. Ji bo wî jî kurd hemû kar û xebat û berheman bi îmkanên xwe dinivisînin û çap dikin.  Ji bo wî jî ev proses wext digire. Loma jî çapkirina Gotinên Gunehkar wext girt. Nivîskarên Kurd pirtûka herî xweş binivsînin, wergêr pirtûka herî baş bi wergerek herî bilind bike jî, garantiya çap bike, tune. Nivîskar û wergêr ji bo pirtûka xwe bighînin xwendevanên wê, divê bi îmkanê xwe, weşanxaneyekî jî bibînin.

Weke min li jor jî behs kir, zehmetî an dilêşîya herî mezin ew e ku, em ne xwedî  dewlet in. Dema dewleta meriv tunebe, tu dezgehên meriv jî tuneye. Dema dezgehên me tunebin em li gor qeyde û quralên ku em dixwazin an em rast dibînin hereket dikin.  Ku dezgehên wusa hebe, ew ê qeyde û quralên netewî jî hebe, ji bo hertiştî û ji bo ziman û kultura kurdî jî. Ew jî berjewendîyeke mezin e ji bo hebûna ziman.

Zimanê kurdî zimanekî gelekî dewlemend e. Hema hema her tiştek du-sê navê xwe hene. Tenê ku em bikaribin hemû peyv, nav û awayê teswîran ji bo berjewendîya zimanê kurdî bikaribin bi kar bînin.

Heta ku ji destê min hat û were ez ê hewil bidim da ku bila werger û gotin li gor kurdîyek an kurmancîyek netewî be. Lê divê mirov ji peyvên herêmî jî netirse. Divê herdû jî bi awakî bi hevdu re were hunandin.

9- Di bernameya te de çi werger hene ?

Berê ku ez biryara wergerê bidim, dixwazim bi kêmasî çend pirtûkên nivîskar bixwînim da ku bibînim ka stîla nivisandinê çawa ye. Nivisîkar çawa difikire. Piçekî nivîskar nas bikim, ku mumkun be. Anuha di destê min de nivîskarek Swêdî û yek jî îngîlîzî heye.

Ez bi xwendina berhemên wan ve mijul im. Lê mixabin, ez tam mesaî karê diranpizîşkîyê dikim û karê wergerê hîn jî dema ku wexta min hebe dikim. Ev salek e şertê min dest nedaye ku ez dest bi xebateke nû bikim.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin