Êrişî gorên Suryaniyan kirine: “Di goran de jî dev ji miriyên me bernadin”

Êrişî gorên Suryaniyan kirine: “Di goran de jî dev ji miriyên me bernadin”

.

A+A-

Li gundê Anhîla navçeya Mîdyada Mêrdînê kêlikên gorên li Perestgeha Suryaniyan yên Mor Petrûs û Mor Pavlûs şikandine û hestiyên Ezîzan hatine avêtin.

Li gorî Salnameya Dêra Suryaniyan 29ê Hezîranê roja yadkirina Mor Favlûs û Mor Fetrûs e. Suryaniyên ku di wê rojê de çûne serdana goristanên li perestgehê ne, dîtine ku gor hatine hilweşandin û hestî avêtin derve.

Suryaniyên ku ji ber qedexeyên pandemiyê nêzî 3 sal in nikarin biçin Perestgehê, nizanin êrîş kengî pêk hatiye.

"Em vê êrişa hovane şermezar dikin"

Yek ji niştecihên ku di roja bîranînê de hestiyên ku hatine avêtin dîtiye weha gotiye:

“Dema ku em ketin nav tirbeyên qadîyan ku jii bo di Roja Bîranîna Mor Fetrus û Mor Favlus de mûman pêxin û dueyan bikin, me dît ku gor bi hovîtî hatin hilweşandin û hestiyên mirîyên ezîz hatine avêtin û em gelek bi vê xemgîn bûn.”

Di goran de jî dev ji miriyên me bernadin. Ev kiryara hovane li ol û çanda me heqareteke mezin e. Em vê kiryara hovane şermezar dikin."

Gundiyan diyar kirine ku ji ber êrîşê bandorekî xirap li wan çêbûye û destnîşan kirine ku dibe ku ev êrîş bi armanca xezîneyê hatibe kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin