Eric Scmitt: Amerîka dê 150 leşkeran bişîne Rojavayê

Eric Scmitt: Amerîka dê 150 leşkeran bişîne Rojavayê

Nûçegihanê rojnameya New York Timesê, Eric Scmittî di nûçeyeka xwe de eşkere kiriye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) dê 150 leşkeran bişîne Rojavayê.

A+A-

Nûçegihanê rojnameya New York Timesê, Eric Scmittî di nûçeyeka xwe de eşere kiriye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) dê 150 leşkeran bişîne Rojavayê.

CNN Internationalê îdia kiriye ku DYA dê van leşkeran ji dewletên li derdora Sûriyeyê bişîne wê derê.

Rayedarekê artêşa Amerîkayê daye zanîn ku ji bo şandina leşkeran biryara esehî nehatiye dayin.

Piştî biryara serokê DYAyê, Donald Trumpî par leşkerên Amerîkayê qist bi qist ji Sûriyeyê derketibûn û nêzîkî hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê mabûn.

Ajansa Anadolûyê jî ji devê berdevkê Pentagonê, Sean Robertsonî eşkere kiriye ku ti guherîn di jimara leşkerêmn li Sûriyeyê nîne.

Hefteya borî Tirkiye û DYAyê bi hev re dest bi dewrîyeyên leşkerî kiribû. Liv û tevgera leşkerî li Sûriyeyê didome.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin