Erdogan û Ruhanî bi Telefonê li ser Efrînê Axivîn

Erdogan û Ruhanî bi Telefonê li ser Efrînê Axivîn

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Îranê Hesen Ruhanî îro bi telefonê derbarê rewşa Efrînê û Îdlibê peyivîn.

A+A-

Ofîsa Erdogan ragihand ku her du rêber derheqê operasyona berdewam ya artêşa Tirkiyeyê li ser Efrînê axivîn û bal kişandin ser girîngiya 'hevkariya li dijî terorîzmê'.

Demeke zûtir ya îro, Erdogan bi Serokê Rûsî Putîn re jî li ser heman mijaran axivîbû.

Hin çavdêr dibêjin ku ew dîplomasiya telefonê hewla Tirkiye ye ku rê li hevkariyeke navbera Kurdan û rejîma Sûrî bigire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin