Erdogan gefa operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar

Erdogan gefa operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar

.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gefa oeprasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “Em dê di demeke nêz de operasyoneke nû li bakurê Sûriyê dest pê bikin da ku temamkirina avakirina herêmeke aram bi kûrahiya 30 kîlometreyan pêk bînin.”

Civîna Kabîneya Serokomariyê ya Tirkiyê ku bi serokatiya Erdogan hat lidarxistin qediya. Erdogan piştî civînê derbarê navorekê de daxuyanî da.

Erdogan amaje bi wê yekê kir ku xebatên ji bo operasyoneke nû ya li nav axa Rojavayê Kurdistanê berdewam in û got: “Xebatên ku me ji bo avakirina herêmên ewle li seranserê sînorên me yên başûr bi 30 km kûrahî dabû destpêkirin, ji bo beşên wê yên kêm, em pêngavên pêwîst diavêjin."

Serokomarê Tirkiyê herwiha da zanîn ku ji bo operasyoneke nû li nav axa Rojavayê Kurdistan berdewam in û got: “Dema Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, Îstîxbaratê û ewlekariyê xebatên xwe qedandin dê ev operasyon destpê bikin. Di Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya  vê pêncşema bê de, em dê di vî warî de biryarên xwe bidin."

Erdogan herwiha got: “Ew herêmên ku ji bo êrîş, tacîz û xefikên ku li dijî welat û herêmên me yên ewledar tên lidarxistin, weke navend in ji bo operasyonên me hedefên sereke bin.”

Êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê

Ji sala 2016an ve Tirkiyê 3 operasyonên leşkerî di nav Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de encam dane. Operasyona yekem di sala 2016an de bû, dema ku artêşa wî welatî û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeya Ezaz û Cerablusê kirin.

Di Çileya 2018an de jî wan hêzan êrîşî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û piştî nêzîkî du mehên şer ew navçeya Rojavayê Kurdistanê ket destê wan.

Di Cotmeha 2019an de jî artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin û dest bi ser de girtin.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin