Erdheja Mereşê: 22 nexweşxane û 145 binkeyên tenduristiyê zerar dîtine

Erdheja Mereşê: 22 nexweşxane û 145 binkeyên tenduristiyê zerar dîtine

.

A+A-

Di erdheja 6ê Sibatê de li Rojava û Bakurê Kurdistanê, Sûriyê û Tirkiyê de ziyan gihiştiye 22 nexweşxane û 145 binkeyên tendirustiyê, 7 nexweşxane li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û 15 jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûne.

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî WHO dibêje, li herêma erdhejê hemû kesên ziyan dîtine pêwîstiya wan bi  alîkariyê heye.

Rêveberê Bernameya Rewşa Awarte li Tendirûstiya Cîhanî jî dibêje, berî erdhejê rewşa bi hezaran kes li bakurê rojavayê Sûriyê xirab bû, erdhejê rewşa wan xirabtir kir, niha karmendên wan ligel xêrxwazan li ser parastina jiyana zêdetirî 2 milyon û 700 hezar kesan kar dikin.

Birîndarên erheja 6ê Sibatê dibin nexweşxaneyeke parêzgeha Îdlîbê li bakurê rojavayê Sûriyê. Piştî erdheja 6ê Sibatê guşareke zêde ketiye ser pizîşk û karmendên nexweşxaneyan. Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî dibêje li herêma erdhejê hemû kesên zerar dîtine pêwîstiya wan bi  alîkariyê heye.

Rêveberê Karûbarê Awarte ya Tendirûstiyê a Cîhanî Dr. Rick Brendan anî ziman, “Pêwîstiya me ne tenê bi derman di heman demê de pêwîstiya me bi malzemeyên tenduristiyê, derziyan û bi rontgen û alavên neştergeriyê heye. Ligel vê yekê jî em dinirxînin daku em bizanibin çi tiştê din pêwîste û çawa dikarin di demeke nêzîk de alikariyê bighînin.”

Li gor Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî di erdheja 6ê Sibatê de herî kêm 15 nexweşxaneyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zerar dîtine û li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî 7 nexweşxane û 145 binkeyên tendirûstiyê zerar dîtine. Tendirûstiya Cîhanî dibêje  nêzîka 26 milyon kesan ji ber wê erdhejê zerar dîtine û daxwaza 84.5 milyon dolar alîkariyê kirine da ku pêwîstiyên tendirûstiyê bo navçeyên erdhejê lê daye bighînin.

Beriya erdheja 6ê Sibatê, piraniya nîştecihên navçeyên erdhejê lê daye yên Sûriyê  di rewşeke nebaş de bûn û erdhejê jiyana wan dijwartir kiriye.

Rêveberê Bernameya Rewşa Awarte li Tendirûstiya Cîhanî Dr. Michael Ryan got, “Karmendên me ligel xêrxwazan, zêdetir li ser parastina jiyana du milyon û 700 hezar mirovên ku di şertên herî xirab de dijîn kar kirin. Gelek ji wan beriya erdhejê jî demeke dirêje di wê rewşê de bûn.”

Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî amaje bi wê yekê dike ku ji roja erdhejê û heta niha 128 ton malzeme û pêwîstiyên tendirûstiyê gihandine Rojavayê Kurdistanî û Sûriyê ku 450 hezar kesan jê sûd wergirtine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin