ENKSê “herêma ewle” bi şandeke Brîtanî re guftûgo kir

ENKSê “herêma ewle” bi şandeke Brîtanî re guftûgo kir

Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li Sûriyê daxwaza piştevanîkirina li Kurd di destûra bê ya Sûriyê de ji Brîtanyayê dike.

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li Sûriyê daxwaza piştevanîkirina li Kurd di destûra bê ya Sûriyê de ji Brîtanyayê dike.

Endamê Desteya Serokatiya ENKS Silêman Oso ragihand, duhê li bajarê Qamişlo şandeke Desteya Serokatiya ENKSê bi şandeke Wezareta Derve ya Brîtanyayê re civiya.

Derbarê naveroka civînê de Silêman Oso da zanîn, di civînê de, behsa herêma ewle, komîta destûra Sûriyê û rewşa giştî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Silêman Oso da zanîn jî, berpirsa Beşa Sûriyê di Wezareta Derve ya Brîtanyayê de piştevaniya welatê xwe ji destpêşxeriya Fransayê ya ji bo nêzîkirina aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re nîşan da û tekezî li ser girîngiya bicihkirina wê kir.

Ji aliyê xwe ve, şanda ENKSê daxwaza piştevanîkirina li mafê Kurdan di destûra Sûriyeya nû de ji Brîtanyayê kiriye.

Şanda ENKSê ji Serokê ENKS Siûd Mela û endamên Desteya Serokatiyê Silêman Oso, Nimet Dawûd û Desle Yûsif pêk hatibû.

Di dema dawî de, ENKSê hevdîtinên bi welatên di dosya Sûriyê de bi bandor in re zêde kiriye, ku di çend rojên bûrî de Şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Rûsya û Wezareta Derve ya Amerîka re civiyabû. Biryar e jî di rojên bê de bi Wezaretên Derve yên welatên Almanya, Fransa, Brîtanya û Siwêsrayê re jî bicivin.

 

19bd6ccb22471ebea13931e81b34e1a2-xl.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin