ENKS û PYNKê li ser Lêvegera Siyasî li hev kirin

ENKS û PYNKê li ser Lêvegera Siyasî li hev kirin

Endamê Desteya Seroketiya ENKSê ragihand ku wan û PYNK li ser avakirina Lêvegera Siyasî li hev kirin.

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) li ser hevdîtin û danûstandinên ji bo pêkanîna yekrêziyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Endamê Desteya Seroketiya ENKSê Silêman Oso derbarê encamên danûstandinên herdu aliyan ji Rûdawê re axivî.

Silêman Oso aşkere kir ku ENKS û PYNKê li ser avakirina Lêvegera Siyasî li hev kirin.

Endamê Desteya Seroketiya ENKSê wirdekariyên wê lihevkirinê û pişka aliyan di Lêvegera Siyasî de jî aşkere kir.

Silêman Oso ji Rûdawê re got aliyan lihev kirine, Lêvegera Siyasî; ji sedî 40 ENKSê, ji sedî 40 PYNK û ji sedî 20 jî ji partiyên derveyî herdu aliyan derbasî Lêveger bibin, ku ji wê rêjeyê aliyên derve ji sedî 10 ji aliyê ENKSê û ji sedî 10 jî ji aliyê Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ve bêne destnîşankirin.

Silêman Oso ji Rûdawê re tekez kir, ku hîn jî hinek nakokî mane û heta niha jî pirsA leşkerî di navbera xwe de gOtûbêj nekirine.

Roja 17-05-2020 bi serpereştiya şandiyê Amerîka William Robak û amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî herdu aliyan li ser nerîneke siyasî ya hevbeş ku ji 5 xalan pêk dihat lihev kiribû.

Herdi aliyan tê de tekez kiribûn ku Sûriyê dewleteke serwer û sîstema wê federalî be û mafê hemû pêkhateyan tê de parastî be, doza Kurdî were çareserkirin û cografya neteweya Kurd ji aliyê siyasî û cografî yekgirtî ye.

Herweha di wan 5 xalan de hatibû eşkerekirin, îtîrafa destûrî bi mafê neteweyî yê rewa yê Kurdan li gor peymanên navdewletî bê kirin û Lêvegereke Kurdî were avakirin ku hemû aliyên siyasî û nûnerên civakê tê de beşdar bin.

Niha danûstandin bi serpereştiya Nûnera Wezareta Derve ya Amerîka û bi amadebûna Fermandarê HSDê General Mezlûm Kobanî û piştgîriya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berdewam in.

Piştî Lêvegera Siyasî herdu alî dê pirsên rêveberî, leşkerî û aborî gotûbêj bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin