ENKS û PYNKê danûstaninên derbarê 'rêveberîya hevbeş' de destpê kirin

ENKS û PYNKê danûstaninên derbarê 'rêveberîya hevbeş' de destpê kirin

Sekretêrê Partîya Çepa Demokrata Kurd li Sûrîyê Salih Gedo behsa berdewamîya danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê di jêr çavdêrî û serpireştîya Amerîkayê de kir.

A+A-

 

Danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê di navbera ENKS û hevpeymanên wê û PYD û hevpeymanên wê de derbasî qonaxeke din bûye û Sekretêrê Partîya Çepa Demokrata Kurd li Sûrîyê Salih Gedo ji Rûdawê re got, herdu alîyan dest bi gotûbêjkirina mijara rêveberîya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê kirine û roja Şemîyê 29ê Tebaxê jî yekem civîna xwe derbarê vê mijarê de pêk anîne.

Sekretêrê Partîya Çepa Demokrata Kurd li Sûrîyê Salih Gedo ragihand ku danûstandina derbarê Lêvegera Sîyasî de di navbera Encûmena Niştimanîya Kurdistanê (ENKS) û Partîyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurd de bi dawî hatîye û herdu alîyan li ser Lêvegera Sîyasî li hev kirine.

Salih Gedo di bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê de, ku ji alîyê Hisên Omer ve tê pêşkêşkirin, behsa berdewamîya danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê di jêr çavdêrî û serpireştîya Amerîkayê de kir.

Salih Gedo da xuyakirin, ku “mijara Lêvegera Sîyasî di navbera herdu alîyan de bi dawî hatîye û tenê xalek maye, ew jî destnîşankirina rêjeya ji sedî 20 a li derveyî herdu alîyan e.”

Sekretêrê Partîya Çepa Demokrata Kurd li Sûrîyê  dîyar kir, di derbarê vê xalê de hevtêgihiştineke baş di navbera herdu alîyan de, ji bo çareserkirina wê mijarê heye.

Gedo eşkere kir, ku roja Şemîyê yekem civîn ji bo gutûbêjkirina rêveberîya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê di navbera ENKS û hevpeymanên wê û PYD û hevpeymanên wê de hate lidarxistin û tekez kir, “etmosfêra civînê erênî bûye û herdu alîyan bi rihê yek tîmê ev mijar gutûbêj kirine.”

Ji alîyê xwe ve, Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza jî ji Rûdaw re ragihand, ku di derbarê Lêvegera Sîyasî de, ji bilî xala destnîşankirina rêjeya ji sedî 20, xalek di derbarê Peyamana Civakî de jî heye, ku pêwîstî bi rêkeftina li ser wê heye.

Zaza dîyar kir, ku îdiayên behsa wê yekê dikin, ku ENKSê dixwaze Rêveberîya Xweser hilweşîne bê bingehin û destnîşan kir, “têbînîyên ENKSê li ser Rêveberîya Xweser hene ku heman têbînîyên gelê Kurd in.”

Endamê Polîtburoya PDK-Sê herwiha got, ew rijd in wan danûstandinan biserbixin û daxwaz ji PYNKê jî kir, ku heman îrade li cem wan jî hebe.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin