Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Efrîn Kurdistan e!

A+A-

Seranserê Rojhilata Naverast gilokek agire. Kurd û Kurdistanî di nav vê giloka agir de liber xwe didin. Kurd Kurdistanî di nav vê mij û nediyarîya rewşa herêmê de, pir qurbanîyan didin û qahremanîyên dîrokî tomar dikin. Darên zeytûnê û sengerên şer hinbêz kirine û xaka xwe diparêzin. Qurbanîyan didin û xwedî li xaka xwe derdikevin.

Helbet, tenê tomarkirina qahremanîyên serbazî têrnake. Pîlanê li ser Kurdistan gewreye û şaxek wê a navdewletî jî heye. Ku ev qahremanîyên serbazî, xwebexşî; ne di stratejîyek Kurd û Kurdistanî de be, tomarkirina destkevtinên siyasî û parastina xaka bavûkalan wê ne hêsan be.

Serokkomar û berdevkên Devleta tirkan, dagirkerî, barbarî û wahşeta xwe a li ser Efrîn bi „parastina ewlehîya sînorên xwe"(!) û „bicîhkirina 3.5 milîyon penaberên Ereb yên li Tirkîye û deverê li Efrîn bicîhkirin"(!) binav dikin. Vê jî bi gotina;

"Emê xwedîyê esas yên herêmê li wir (Efrîn) bicîh bikin!"(!) ve armanca xwe li dij netewa Kurd û Kurdistan eşkere dikin.

Ev tê çi wateyê?

Bi tenq, top û bi firokeyên şer ji 20.01.208'dan de êrîş dikin ser xaka Efrîn û seranserê Kurdistan tehdît dikin. Ev sê hefteye ku şerekî dijwar li ser vê xakê didome û Efrîn xaka xwe, xaka pîroz ji êrîş, zilma dewleta Tirk diparêze. Di rewşek dorpêçkirî de, li ber çavê dinê Kurd, di bin tehdîdek koçberî û jenosîdek wek devera Şengal de rûbirû ne.

Armanca Dewlet a Tirk; guhertina demografîya xaka Kurdistan e. Li herêmê bicîhkirina Ereb û û hevalbendên xwe ne ku herêm bê Kurd bimînin. Pêşîlêgirtina doza Kurd û Kurdistan e. Dewleta tirk van karesatên xwe bi çete û hêzên terorê yên Sûrîye re dimeşîne. Di vî varî de lihevhatina di navbera Rusîya, Sûrîye û Dewleta Tirk de; du armancan bi xwe re tîne: 1-hilweşandina aramîya herêma Efrîn û ji kurdan stendina beşek ji xaka Kurdistan e.2-Li henber vê armanca Dewleta tirk, rê ji Sûrî û Rusîya re, rêvekirina bidestxistina İdlib û garantîya Helebê ye. Li ser van esasên lihevhatinê, rê dane ku Tirk van êrîşên wahşî bîne ser Efrîn. Pêşî wê dewleta Tirk wan hêzên terorê (El Nusra, ElQaîde, Ehrer ul-Şam û Artêşa Azad A Sûrîye) ku İdlib û derdorê Helebê bicîh bûne; li henber kurdan bikar bîne û dûre jî wê van hêzan bixe bin êrîşên Sûrîye û Rûsîya. Li henber vê jî armanca Dewleta Tirk, bicîhbûn û pejirandina armancên wê ne li seranserê rojavayê Firat ê ye. Lê wilo xuya dike ku hesab hevûdû nagirin û ne hêsane ku Dewleta Tirk bihêsanî bigîhê vê armanca xwe yên dijminane. Bi van metodan û bi van hesabên dijminane ne hêsane ku aramî were herêmê. Bi armanca pejirandina jenosîden ser kurdan ve aramî ti caran nayê herêmê.

Dîzaynkirina herêmê û hatina aramîyê, bi avakirina dewletek Kurd ve girêdayî ye. Îro di Rojhilata Naverast de Kurd, garantîya aşitî û jiyanek aram in. Avakirina dewletek Kurd di herêmê de pir girînge û di berjewendîyên avakirina jiyanek nû de ye. Avakirina vê jîyana nû jî, bi berxwedanên lokal nayâ parastin û nayê avakirin. Kurd û kurdistanî mecbûrîn di asta parastina xaka netewî de bi stratejîyek netewî re, hevpar tevbigerin.

Êrîş û dorpêça ser Başûrê Kurdistan, bi hevkarîyek dijminane pêşîlêgirtina serxwebûna Kurdistan û dagirkerîya li ser xaka Efrîn hevûdû temam dikin. Di vî warî de dijminên Kurd û Kurdistan, di asta pêşîlêgirtina avakirina dewletek Kurd û herêmek aramî de, li gor esasên hevpeymana Sykes-Picot tevdigerin. Di qada navdewletî de piştgirê vê peymanê jî hene û ev piştgir ji êrîşên ser Kurdistan re bêdengin. Komkujî, koçberî û jenosîda ser Kurdistan de çav û guhên xwe digirin û bêdeng dimînin.
Eger carek din wek Sykes-Picot ev xeterî ya mezin dûbare bibe, ti caran aramî nayê herêmê. Ev di tecrûbên 100 salî de hatîye tesbîtkirin.

Dijminên Kurd û Kurdistan, bi her cûrê çekan êrîşan tînin ser ramanên avakirina dewletek Kurd ya serbixwe. Dixwazin vê hêvîya kurdan bişkînin. Dema ku Serokkomarê dewleta tirkan dibêje; "emê heta Qamîşlo, Musil û Kerkuk herin"(!) qesda wan dijminatîya Kurd û Kurdistan e. Pêşîlêgirtina avakirina dewlektek kurdistanîye li herêmê.
Kar û barên me ewe ku em bi hestekî kurdperwerî û niştimanperwerî xwedî li doza xwe, berjewendîyên netewa xwe û xwîn û keda nemirên xwe, xwebexşên xwe û çarenûsa xwe derkevin. Xwîna keç û xortên kurdan ji bona şerê wekaletê bikar neynîn. Divê hertiş ji bona Kurd û Kurdistan be!

07.02.2018

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin