Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

.

A+A-

Li piş xwemekinkirina bi çekan, li ber roniya şîretdayînên Istîxbaratên Turkiyê û çanda olî ya sert û tundrew, reng û şêweyên pûzquretî û zimandirêjiyê li ser Kurdan -xelkê herêmê- û salixdankirinên bed di dermafê wan de cûrbecur û berdewam in, ta li hin cih û rewşan gihîşte asta qedexekirina wan ji lidarxistina dewatan.

Ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:

= G . “Keferdelê Jêrin”:

“G . “Keferdelê Jjêrin” – Efrîn.”

Bi navenda Bajarê Efrînê ve girêdayî ye, /20/K.M jê dûr e, ji dora /75/malan pêkhatî ye, dora /400/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tev di dema êrişberiya bi ser herêmê de penaber bûn, jê /55malbat=300nişte/ vegerîn, û /20malbat=125nişte/ ji anîndeyan tê de dan niştecîkirin. Û di dema dijberiyê de, ziyan gihîşte malekê digel şewtandina mikropasa ku tê de.

“Maleke ziyandîtî û mîkropaseke şewitî li G. “Keferdelê Jêrin”.”

Milîseyên “Lîwa’i El’xab – Firqit El’hemzat” -ya ku mala Hemwelatî “Ebid El’rehman Îbiş” ji xwe re kiribû biryargeheke leşkerî, lê ji sê heyvan ve valakirî, û rêbendeke wê ye çakdar li ser riya giştî ya Efrîn û Cindirêsê li ser Çateriya Gundê “Enderiyê” hebû, û li /21.6.2021an Z, Milîseya “Asayêşa Leşkerî” hemî rêbendên “Lîwa’ê” ji gund û hin gundên hevcîwar rakirin, piştî ku “El’hemzat” serkêşê wê “Mu’itez El’ebdela” ji berpirsiyariyê bi dûr xist û ew û endamên wî jî qewitandin- gund desteser dikin.

Milîseyan kelûpelên dora /40/ malî ji xwarinvexwarinê, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê û yên din dizîn, û herweha jî dizîna patoza “Hecî Resûl”, tirektora çandiniyê ya “Henîf Xilote”, tirektor û teksiya “Ehmed Hec Henan”, tirektor û otombîlek (a ku xwediyên herdiwan “Mihemed Mehmûd Zêno” piştî dandina vêrgiyeke diravî ew vegerandine), makînak “Pîkab Kiya” (a ku xwediyê wê “Mistefa Ebid El’qadêr Xelîl” dikanîbû piştî dandina vêrgiyeke diravî vegerîne), û giropeke zayendkirina elektirîkê (ye taybet bi stasyûna hilkişandina ava vexwarinê) tevî hemî amûrên wê ji roja yekê ji dagîrkeriyê ve; Û weha wan dest danîn ser guvêşgeha zeytûna ya “Hecî Resûl” û ew bi pişikdariyê bi xwe re neçar kirin; Weha jî yekî ji anîndeyan mizgefta gund desteser dike, li ser hesabê xwediyan bi peran zarokan fêrî Qur’anê û olê dike, û bi ser de jî xelkê neçar dike ku zekatê bidinê.

Herweha ew di her werzeke (mûsim) zetûna de /350/teneke zêt (16K.G) -ji/1-3/teneke li ser her malbatekê- vêrgî li ser xelkê gund ferz dikin, ji bilî dizînên berên zeytûna û tiştên din bi rengekî rojane.

Û wan /30/darên zeytûnê yên “Ebdo Mûrad”, /30/darên sinoberê li Cîgeha”Gelî Meraqê” û /20/darên din ên zeytûnê yên yekî din ji xelkê gund li Cîgeha “Enderiyê” qut kirin.

Û herweha jî li “Kaniya Gir” li nêzîk çateriya gund û bi aliyê Gundê “Gewrika” yê hevcîwar ve, wan ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizînê, bi alavên giran kolan û tevdan.

Û xelkê gund ên mane bi rengekî berdewam rastî binpêkirinên têvel hatin, mîna tengasîkirin, girtinên bêsûcane, rûmetdaxistin, û peresitandin û hin tiştên din; “Hisên Elo kurê Cemêl” ê heşdehsalî hate girtin, ji navîna /2018/an .Z ve zorane hate veşartin, û ta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

= Hin Girtinên bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

 Li 9.5.2022an Z, Hemwelatî “Remzî Seydo Bekir /44/sal” ji xelkê Gundê “Gewenda” – Navça Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîlane” ve, piştî vegera wî ji Bajarê Heleb – ciyê penaberiyê, bi ser ku ew li biryargeha Milîseyên “Feyleq El’şam” a li Bajaroka “Meydanekbezê” jî vegerî bû û rewşa xwe jî bi wan re serast kiribû û vêrgiyeke diravî jî dabû wan, û ta niha ew bêsûcana bendkirî ye.

 Li 10.5.2022an Z, herdu hemwelatî “Ebdo Yûsêf Oskêlo /60/sal, Elî Fewzî Oskêlo /23/sal” ji xelkê Bajaroka “Mabeta”, bi tuhmeta pişikdariya wan di payandina şevayî de li dema Rêvebiriya Xweser a berê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve; Û bo Bajarê Efrînê hatin birin, û li 12.5.2022an Z -piştî ferzkirina baceyeke diravî li ser wan- hatin berdan.

 Li 14.5.2022an Z, herdu hemwelatî “Hisên Heyder Bîlal /58/sal, Elî Ehmed Kaşê /30/sal” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” – N.Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêş Sivîlî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ne; divê were zanîn ku “Kaşê” ji berî heyvekê ji Heleb vegerî bû bajaroka xwe, û vegerek ji Milîseyên “Feyleq El’şam” re jî çêkiribû, û wan ew çend rojan girtibû, û piştî dandina vêrgiyeke diravî ew berdan bûn.

 Li 15.5.2022an Z, Hemwelatî “Idrîs Henan Hemdoş /46/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîlî li Mabeta” ve, bi tuhmeta pişikdariya wan di payandina şevayî de li dema R.X a berê, û birin B.Efrînê, da ku li 19.5.2022an Z -piştî ferzkirina vêrgiyeke li ser- bête berdan.

– Li 15.5.2022an Z, ev hemwelatî “Sebrî Mistefa Şaşo /60/sal, Ebid El’rehman Bekir Elî /55/sal, Ehmed Mihemed Mistefa /52/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – N.Mabeta, bi tuhmeta pişikdariyê di payandina şevayî de li dema R.X a berê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîlane li Mabeta” ve, û birin Efrînê, da ku “Ebid El’rwhman, Ehmed” li 19.5.2022an Z -piştî ferzkirina vêrgiyeke diravî li ser herdiwan-bêne berdan, lê “Sebrî” bendkirî ma, di heman dema ku du kesên din jî ji bo girtinê daxwazkirî ne.

 Li 17.5.2022an Z, ev hemwelatî “Hisên Ebûd Qicê /36/sal, Şervan Mistefa Kalo /25/sal, Reşîd Mihemed Ebdo /29/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, û “Mehmûd Salêh Remo /55/sal” ji xelkê Gundê “Qestelê Kêşik” – Şera piştî vegera wî ji B.Heleb (ciyê penaberiya wî), ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re.

= Tevlihevî û serberdayetî:

– Li Şemiyê Piştî Nîvro 14.5.2022an Z, yekî ji anîndeyên hişkbawerên olî û ji çekdarên “Feyleq El’şam” ve palpiştkirî, ahenga dewata kurê Hemwelatî “Arêf Silêman Cindo” li orta Gundê “Basûfanê” – Şêrewa qedexe kirin, û gef da ku ewê amûrên ahengê bişkîne û merivên zêvê jî wê bêne girtin, û bi pozbilindî bi beşdaran re da û sitand, û şermezarî bi cil, mûzîk û stiranên wan kir; Vêca xwediyên zêve neçar bûn ahengê çê nekin, da ku nekevin sîngê anînde û çekdaran.

– Li dirêjahiya sê rojan 16-17-18/5/2022an Z, hin pevçûn di nav Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” û Milîseyên “Firqit El’hemzat” de, li orta Gundê “Maratê” derketin holê, û di encamê de tirs kete nav sivîlan.

Êzdiyên ku li Efrînê mane -bi ser ku hindikin jî- ducarkî tûşî bindestkirinê dibin, Ji ber ku yekem Kurd in û diwem jî ne Misilman in, vêca ew weke bine’olekê bi tunebûn û qirkirinê re rûbirû dibin, û ji ber wê tê xwestin ku Civaka Navdewletî li rewşên wan ên bêtarane (yekcar ne baş) bipirse.

22.05.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 G . “Keferdelê Jjêrin” – Efrîn.

 Maleke ziyandîtî û mîkropaseke şewitî li G. “Keferdelê Jêrin”.

—————————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-199-22-05-2022– PDF

 

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Malpera Fermî: www.yek-dem.net , Êmail: [email protected]

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin