Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

.

A+A-

Weke çawa Turkiyê milîseyên ku bi Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ve girêdayî berve nandoziyê û şerên hindirî û dervayî ve têvedan, û ji bo cîbicîkirina siyaset û kiryarên dijayetî li dijî hebûna Kurdan li Sûriyê û rola wan ew kirin alav, weha jî hinan di ser hinan re digre, û nelihevkirin û nakokiyan di nav wan de berdewam dihêle, da ku herêmên Bakurê Sûriyê yên ku tê de belav dibin, ji binpêkirin û tewanên têkel re bibin meydaneke vekirî, û emê jê van bi bîr wînin:

= G.”Umera”:

Bi Navça Reco ve girêdayî ye, /9/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora/150/ malî pêkhatî ye, dora hezar nişteyî ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tev di dema dijberiya bi ser herêmê de penaber bûn, jê dora /100malbat=350nişte/ vegerîn û yên din zorane hatin koçberkirin, /15malbat=100nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin, û bi sedema topebarankirinê bi piçekî ziyan gihîşte şeş malan.

Milîseyên “Firqit El’muntesêr Bîlah a Turkmanî – ya ku “Fîras Başa – yê ji Helebê û serkêşiya wê dike” gund desteser dikin, dest dîdinin ser dora/50/malî tevî tişmiştên tê de, malên “Îbrahîm Hesen Ereb, Elî Ehmed Kilkawî – yên koçberbûyî” dikin du biryargehên leşkerî, Mala”Ezet Heyder – ê koçberbûyî” kirine mizgeft, û hersê dîkanên Hemwelatî “Hisên Ehmed Henan” ji rêbenda derbasgeha gund re kirine biryargeh.

“Wêneya “Farês Başa” -serkêşê Milîseyên “Firqit Elmuntesêr Bîlah”- bi “Dewlet Bahetçlî” re – serkêşê Tevgera Netewî “M.H.P” ya Turkî.”

Piştî dagîrkirina wan ji gund re, piraniya kelûpelên malên hemwelatiyên vegerîne dizîn, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, û alav û amûrên elektirîkê û yên din, û herweha jî dora/8/hezar tenekên zêtê zeytûna (16K.G zelal),  tiştmiştên çar dîkanên van hemwelatiyan “Cîger Şukrî Ce’ifer digel/300/teneke zêt, Ezet Heyder Ce’ifer, Lozan Rif’et Kilkawî, Mihemed Hemîd Umer”, /15/giropên zayendkirina elektirîkê, /6/makîne (Vanek – e Ehmed Şukrî Ce’ifer, makîneke Opêl – e Nîzar Mihemed Miho, Pîkabeke Mazda – ye Mes’ûd Hemîd Bîlal, Pîkabeke Hondayî ye nûjen – e Remzî Ne’isan, cîbeke Rancrover – e Xoşnav Remzî Ne’isan, cîbeke Rancrover – e Tahêr Mistefa Kilkawî), /6/tirektorên çandiniyê tevî dûmahîkên wan ên “Mihemed Îbiş Miho, Henîf Miho, Îmad Ezîz, Ehmed Miho Ce’ifer, Hesen Ereb Kilkawî, Remzî Ne’isan”, dora/20/matorên duloqî, hemî kelûpelên dibistanê û şewtandina textên tê de, guheztok (tirans) û kebil û hin dîrakên toreya elektirîkê ya giştî, û jimarekên ava vexwarinê; Û weha jî dora/400/seriyên pêz -piraniya wan jî bizin- li pêş çavên xwediyan û bê guhdan an hesab ji bergerên jinan re.

Û wan dest danîn ser dora/12/hezar darên zeytûnê, jê (/800/ ên koçber Cemîl Elî Mûse, /2000/ên dilovanber Mihemed Îbiş Miho, /3000/ên koçber Îbrahîm Hesen Ereb, /600/ên koçber Ednan Mihemed Henan, /1500/ ên “Hemîd Bîlal” nîvenîv bi berhdayînê -tevî hebûna wî li gund- bi behaneya ku zaroyên wî bi Partiya Yekîtiya Demokrat re kar dikin), û weha jî ser /3/hiktar erd ên “Îbrahîm Hesen Kilkawî – yê koçberbûyî”; Bi ser de jî 50% vêrgî li ser werzên (mûsim) malmewalên ên ne li gund û /10-20%/ jî li ser mûsimên malmewalên ên li gund ferz dikin.

Û wan bi armanca êzingkirin û bazirganiyê bihezaran darên zeytûnê bi rengekî bêwijdan û hovane, rêjeyeke mezin ji daristanên xwezayî li dor gund û darine sindiyanê yen temenmezin  li Çiyayê “Docaqê” qut kirin.

Û wan bi hevkariya Hêzên Turkiyê keleheke kevneşopî li deştên gund roxandin, cîgeha wê bi alavên giran kolandin, û weha jî kolan û rêşkirina cîgeha Erdê “Ke’inîka” (yê li rex Bîra “Devfere” û li Bakurê gund) û tevdana şikeftên wê, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên veşartî û dizîna wan.

Û xelkê gund rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, mîna kuştin, revandin, girtinên bêsûc, îşkencekirin, rûmetdaxistin, peresitandin û hin destdirêjiyên li ser hin jinan; “Mihemed Reşîd Kilkawî/55/sal” û zaroyê keça wî “Mihemed Luqman Mewlûd/12/sal – Gundê Qude”, dema ku vedigeriyan gund, li navîna Avdara 2018an Z, li çateriya Gundê “Emara” – N.Mabeta, di encama topebarankirina Turkiyê de pakrewan bûn, û bi şehîdine din re, di goristaneke li paş avahiya Zanîngeha Efrînê de -ye ku Destlatên Dagîrkeriyê li navîna Tîrmeha 2021an Z roxandine û term jê derxistine- hatin veşartin; Herweha bêtirî sed kesî -di nav de jî jin- bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re û tuhmetin çêkirî hatin girtin, hin ji wan  zorane hatin veşartin, û /11/ji wan jî bo Turkiyê hatin guhestin, da ku li 12.12.2019an Z /7/ an ji wan bi hetahetyê û /4/an jî bi /12/sal zîndankirin bidin cezakirin, û ew niha di Hepsa “Yêylîdax” ê – Hetayê de ne; Û herweha jî xort “Şiyar Ezîz Ne’isan” li Turkiyê li Rezbera 2018an Z hate girtin û bi /7.5/sal hepis hate cezakirin, lê “Xoşnav Remzî Ne’isan/33/sal – bavê sê keçikan” li Avdara 2018an Z hate girtin, di Hepsa “Çobanbegê – Elra’î” de zorane hate veşartin, rastî îşkencekirina mekin û mercên sert hat, û piştî salekê hate berdan, lê piştî çend katan ji gihîştina gund û du roj jî di ser borandina mirina diya wî re, Milîseyên “Elmuntesêr Bîlah” ew ji nû ve revandin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

“Girtî û revandiyên G.”Umera” li ba Turkiyê.”

Herweha serkêşên “El’muntesêr Bîlah” bi rengekî berdewam didin dû xelkê, û bi riya sêxurên xwe li piş derî û pencereyên malan, hewil didin li pevok û dengkirinên wan guhdar bikin, ji ber wê xelk nema wêre li ser binpêkirin, tewan û kiryarên qirêj ên milîseyan baxive.

            

“”Mihemed Reşîd Kilkawî, Mihemed Luqman Mewlûd” ên pakrewan.”

Û di çarçewa tevgera Îslamî ya tundrew û çalak di herêmê de, amojgehek ji bo lezberkirina Qur’anê û dandina wane û dersên olî, di dibistana gund de hate vekirin.

“Dibistana G.”Umera” yê ku kirine peymangehek ji bo lezberkirina Qur’anê.”

= Mirina temenmezinekî ji ber birîna wî:

Li şeva Şemiyê 23.4.2022an Z, terma temenmezin “Bêrem Me’imo (Kibê) – Ebû Ebdo/80/sal” (ê ku di encama pevçûnine mekin di navêna du giropên Milîseyên “Firqit Elhemzat û Feyleq Elşam” de, li Bajaroka Bilbilê, li Şeva 7.4.2022an Z, bi qurşînê birîndar bûye, û ji ber wê jî miriye), ji aliyê “Nexweşxana Leşkerî ve – Efrîn” radestî xwediyan hate kirin, û di goristana gundê xwe yê resen “Upila” de (yê girêdayî Navça Bilbilê) hate binaxkirin.

“Pakrewan “Bêrem Me’imo”.”

= Veşartineke zorane û girtinine bêsûcane:

– Li 9.2.2022an Z, hemwelatiya bi navê “Sîlda Kemal Şêxo/27/sal – diya pênc zarokan û nexweş” ji xelkê Gundê “Maseka” – Navça Reco, ji Bajaroka “Tilrif’etê – Bakurê Heleb” – ciyê penaberbûna wê derket, da ku bi riyên qaçax û beramberî/2500/dolar here “Minbicê” û paşê “Cerablusê”, ji bo derbasî Turkiyê bibe û bighê diya xwe (ya li Bajarê “Îslehiyê” yê Turkî rûnştiye), lê li Şeva 10.2.2022an Z -piştî dengkirina dawiyê pê re li Cerablusê – têklî vê re hate birîn, zorane hate veşartin, û ji xwediyên wê pere hatin xwestin, ta ku li dawiyê haydar bûn ku ew li ba “Asayêşa Leşkerî li Cerablusê” ye, û bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtiye.

“”Sîlde Kemal Şêxo” ya girtî.”

Û Destlatên Dagîrkeriyê jî ev girtin:

– Ji du heftan ve hemwelatî “Ednan Bekir û herdu kurên wî Amêr û Mihemed” ji xelkê Gundê “Baflorê” – Navça Cindirêsê, ji aliyê Ewlekariya Turkî ve li Bajarê Istenbûlê -yê ku ji /7/salan ve koçberê bûne- bê ku em kanibin tuhmetên ku pê hatine tewanbarkirin zanibin.

 Ji du heftan ve, ev hemwelatî “Ehmed Mihemed Eteş/30/sal” û kurê birayê wî “Mihemed Xelîl Eteş/25/sal” ji xelkê Gundê “Şingêlê” piştî vegera wan ji Qamişlo – ciyê penaberiyê, û “Elî Ehmed Kaşî/27/sal” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” piştî vegera wî ji Herêma “Şehba’i” – Bakurê Heleb, û li dema lêvegera wan ji biryargeha asayêşê re li B.Efrînê, ya li ser daxwaza ji bo “serastkirina rewşên wan”.

 Ji heftakê ve, hemwelatî “Meryem Hecî Hesîk/40/sal” ji xelkê Bajarê Cindirêsê, ji aliyê Ewlekariya Turkî ve li Bajarê “Îzmirê” ya ji neh salan ve koçberê bûye, bi tuhmeta têkliyê bi Partiya Yekîtiya Demokrat P.Y.D re.

 Ji heftakê ve, Hemwelatî “Farês Mistefa Hemze” ji xelkê Gundê “Baflorê” – N.Cindirêsê, ji aliyê rêbenda derbasgeha bajêr ve, û piştî ferzkirina baceyekê li ser hate berdan.

= Bêserûberî û serberdayetî:

Ji ber bêserûberiya hilgirtina çekan di nav milîs û anîndeyan de bi giştî, û nelihevkirin û nakokiya li ser tiştên dizînê û çarçewa bandoriyê, û hin caran jî li ser sedemine pir biçûk, pevçûnin bi çekan çêdibin û qurşîn tewşankî têne avêtin, û di encamê de tirs dikeve nav sivîlan, û hin têne kuştin û hin jî birîndar dikevin. Emê jê van bi bîr wînin:

– Li şeva Sêşemê/ Çarşemê 27.4.2022an Z, li ser Riya Efrînê – Turindê “Ebid Elhey – Ebû Hûzeyfe” – yek ji serkêşên Milîseyên “Firqit Elhemzat”, ji aliyê du çekdarên li ser matorek duloqî hate armanckirin û birîndarkirin, û li sibê ji ber wê mir.

Û bi ro li Kolana Servîsan li Taxa Eşrefiyê – Efrîn, makîna serkêşekî Milîseyên “Feyleq Elrehman” bi bombeyeke teqîner hate teqandin, û di encamê de du kes birîndar bûn – li gor “Berevaniya Sivîl li Efrînê”.

– Li 28.4.2022an Z, di nav du giropên anîndeyên ku di çadirgeheke li rex Gundê “Qitmê” – N.Şera rûniştine de pevçûnin derketin, di encamê de dora/25/ kesan tonbiton birîndar bûn, ji bo dermankirinê bo “Nexweşxana Niştîmanî – Elwetenî” hatin şandin, û di encamê de yek mir. Û ji ber wê li roja din ji nû ve pevçûn çêbûn, û ji aliyê merivên ê hatiye kuştin ve hin kon hatin şewtandin.

= Binpêkirinin din:

 Li vê dawiyê hin çekdarina betariyên sê tirektorên çandiniyê yên “Gilgil Henan Hemo, Mistefa Mihemed Silêman, Mihemed Xelîl Hemo” li Gundê “Gobekê” – N.Mabeta dizîn, bi ser dizînên berdewam ji firaxên baqirî û tiştmiştên din ji malên xelkê wê û Gundê “Golîka” yê hevcîwar re jî.

Herweha jî yekî ji anîndeyan – yê ku dest daniye ser mala kocberekî Gundê “Golîka”, birayê xwediyê malê hemwelatî “Mihemed Nûr Mistefa” qedexe kir ku dest bi avakirina malekê li ser erdekî xwe (yî li rex mala birê) bike, û wî dest danî ser wê perçerdî û kire ciyê tîmarkirina tilûran û ûcaqê çêkirina komirê, bi xwediyên erdê re zirtî kir, û bi ser de jî Milîseyên “Lîwa’i Elşemal” -yên ku giliyê xwediyê erdê redkirine- piştgirî danê.

 Li 29.4.2022an Z, “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên (tîmên) wê agirek bi daristaneke îharcê li dor Gundê “Dêrsiwanê” – N .Şera ketibû vemirandin, û ji wêneya ku hatiye belavkirin qutkirina daran a berê xuya dibe.

“Şewatek li daristaneke îhracê li dora G.”Dêrsiwanê”, 29.4.2022an Z.”

Bidawîkirina bêtara Efrînê, yekem bidawîkirina Dagîrkeriya Turkiyê jê re û helandina wan milîseyên diz û nandoz dest pê dike, û paşê jî vegera wê bo seweriya Sûriyê û rêvebirina xelkê wê.

02.05.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

– Girtî û revandiyên G.”Umera” li ba Turkiyê.

– Dibistana G.”Umera” yê ku kirine peymangehek ji bo lezberkirina Qur’anê.

– Wêneya “Farês Başa” -serkêşê Milîseyên “Firqit Elmuntesêr Bîlah”- bi “Dewlet Bahetçlî” re – serkêşê Tevgera Netewî “M.H.P” ya Turkî.

– “Mihemed Reşîd Kilkawî, Mihemed Luqman Mewlûd” ên pakrewan.

– Pakrewan “Bêrem Me’imo”.

– “Sîlde Kemal Şêxo” ya girtî.

– Şewatek li daristaneke îhracê li dora G.”Dêrsiwanê”, 29.4.2022an Z.

———————————————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-196-02-05-2022– PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

yek-dem.net

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Ev nûçe 475 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin