EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

.

A+A-

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (183):

Gundê "Qêsim" - guhertineke demografî û qurbaniyên pakrewan, girtinên bêsûcane, qirkirina daristanên ihracê

adsiz-tasarim-003.jpg

 

M

ilîseyên ku di nav "Artêşa Niştîmanî ya Sûrî" ya girêdayî Hemahengiya Sûrî - Ixwanî de, di cîbicîkirina siyasetên dijayetiyê yên ku Hikometa Dadê û Geşepêdanê (Eledalê we Eltenmiyê) bi serokatiya Erdoxan li dijî Kurdan û herêma wan dimeşîne de hevpişk in; Û ew binpêkirin û tewanan pêk tînin, û gendeliyê li ser erdê dikin, û bi ser de jî tevliheviya serwerkirî di nav wan de, û nakokdariya li ser çorçeveya bandoriyê, desteserkirina malmewalan û parvekirina tiştmiştên dizînê.

Vaye li jêr emê hinek ji binpêkirin û tewanên têne kirin belge bikin:

G. "Qêsim":

Bi Navça Reco ve girêdayî ye, /9/KM ji navenda wê dûr e, ji dora/100/malî pêkhatî ye, dora/600/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê /40malbat=175nişte/ man û yên din jî bi zorê hatin koçberkirin, û dora/40malbatî= 250nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin, bi ser de jî deh kon ên malbatên perwerdekirina pêz (60nişte), li ser erdekî malbata "Silêman Dîko" li Başûrê gund venendayî ne.

Bi sedema şer du mal ên "Nûrî Sebrî Bîlal, Osman Mistefa Bîlal" bi tevahî û /15/mal jî bi piçekî hatin roxandin, û piştî ku gund desteser kirin, Milîseyên "Ehrar Elşerqiyê" hemî kelûpelên malên ku dest danîne ser, û pir tişt jî ji malên malbatên ku mane dizîn, mîna raxistok, xwarinvexwarin, cerên gazê, amûrên elektirîkê û hin tiştên din, û weha jî giropeke  zayendkirina elektirîkê ye ji bo avkişandinê ye "Mihyedîn Mistefa Bîlal", amûrên /5/ bîrên din ên xelkê gund, hemî amûr û deriya oda stasyûna hilkişandina ava vexwarinê ya di navêna hersê gundên "Qêsim, Şêx, Dîkê" de,

Guheztok (tirans) û beşek ji keblên toreya elektirîkê ya giştî, keblên toreya telîfûna zemînî, jimarokên avê ji malan û matorên duloqî, û bi ser de jî /5/otombîl û /5/tirektorên çandiniyê - yên ku piştî dandina vêrgiyên diravî ji aliyê xwediyan ve hatin vegerandin, û herweha jî Cîpa "Tahêr Silêman" li B.Efrînê.

Û wan dest danîn ser avahiya guvêşgeha zeytûna ya li çateriya gund, û 40% vêrgî danîn ser berhema werzên (mûsimên) zeytûnên xelkê yên ne li wir û hin din cûrbecûr jî li ser malmewalên ên mane; Cîgehên kevneşopî (Xirabê Êhko li Başûrê gund, Doderê li Rojhilatê gund), ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan, bi alavên giran kolandin û tevdan; Herweha piraniya daristanên ihracê yên sinoberê yên xwezayî û darên sindiyanê yên temenmezin li dor gund, li çiyayên di navêna hersên gundan de"Qêsim, Şêx, Dîkê" û li goristanê qut kirin, û bi ser de jî agir berdanê; Û weha jî bi dehan darên zeytûnê ji kokê ve, û bi sedan jî bêwijdan û hovane qut kirin. Û çêrandineke bêwijdan ji keriyên pêz û dewêr di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de heye, bê ku yek ji xelkê wêribe wê qedexe bike.

Û xelkê mane jî rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, jê revandin, girtinên bêsûc, rûmetnizimkirin û birina şênber û peran; Û di vê warî de bidehan -di nav de jin- bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hatin girtin, û piştî ferzkirina baceyên diravî li ser wan hatin berdan.

Û bi sedema teqîna bombeyên zemînî yên bermayên şer li nav gund û erdên çandiniyê, ev kes ji xelkê bûn qurban û şehîd ketin:

- Ehmed Mihemed Şêxo /36/sal, li 27.3.2018an Z.

- Cemal Şêxo kurê Hec Hemîd/58/sal, li 18.5.2018an Z.

- Esmet Hebeş Henan Dîko/49/sal, li 15.9.2018an Z.

- Emîne Hisên Me'imo/60/sal, li 30.9.2020an Z.

 

Girtinên bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

- Ji du heyvan ve, Temenmezin "Ezet Ehmed Hemo/75/sal" ji xelkê Gundê "Dumiliya" - Navça Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Asayêşa Reco ve, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re, paşê birin B. Efrînê û li ba "Beşê Rêzaniyê - Siyasiyê" di bin darê zorê de bendkirî hîştin.

- Ji deh rojan ve, Hemwelatî "Ednan Ehmed (Gulkê) xwediyê guvêşgeha zeytûna, ji xelkê Gundê "Mistika" - N.Şiyê, û piştî heftakê berdan.

- Li 19.1.2022an Z, ev hemwelatî "Mistefa Ebid Erehman Emare/40/sal, Mistefa Mistefa Emare/35/sal, Ehmed Emîn Elxedo/42/sal, Selam Emîn Elxedo/28/sal" ji xelkê Gundê "Coqê" - B.Efrînê.

- Li 18.1.2022an Z, herdu bira "Elî û Ebid Elrehman Reşo" ji xelkê G."Mistka" - N.Şiyê, ji aliyê rêbendeke çekdar ve li ser Riya Efrînê - Reco.

- Li 19.1.2022an Z, herdu hevjîn "Adêl Oso/43/sal, Xedîce Oso" ji xelkê Gundê "Qitmê" - N.Şera, ji aliyê Rêbenda "Kevanê (Elqos)" ve - Rojhilatê B.Efrînê.

- Li 27.1.2022an Z, Ev hemwelatî "Ebid Elqadêr Reşîd Hesen, Ziyad Arêf Miho, Ridwan Reşîd Miho, Şêrhat Ze'îm Hiso - temenê hemiyan di navêna /25-30/salî de ye" ji xelkê Gundê "Hêkiçê" - Navça Cindirêsê, ji aliyê Milîseyên "Asayêşa Leşkerî" ve, û bi alîkariya "Lîwa'i Elweqas", bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re.

Qutkirina daristanan:

Ji beramberkirina di navêna hin Wêneyên "Gogêl Êrs" de, qirkirina ku piştî dagîrkirinê gihîştiye daristanan -yên ku di heyştiyî sedsala borî de hatine çandin de- û qutkirina fere jê re diyar dibe:

- Du wêne (Berfenbara 2017an Z - berî dagîrkirinê, Rezbera 2019an Z piştî qutkirinê) ji du daristanan re (ya yekê/8/hiktar, ya dudiyê/12/hiktar), Bakur û Bakur Rojavayê Gundê "Qeretepe" - N.Şera, qutkirineke bi tevahî.

- Du wêne (Tîrmeha 2017an Z - berî dagîrkirinê, Rezbera 2019an Z piştî qutkirinê) ji daristaneke bi rûberiya/28/hiktaran re, li Rojhilatê Gundê "Keferomê" - N.Şera, qutkirinek bi rêjeya 70%.

Û di navboriya du salên piştî wegirtina wêneyên Rezbera 2019an de jî, qutkirineke berdewam ji wan daristanan û yên derdorê re heye.

Xelkên Efînê baş têgihîştine meremên qirêj ên Dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê yên Sûrî, û niha piraniya xebatên wan ji bo cersandina kiryar û siyasetên wan ên dijayetî, dawîkirina hebûna dagîrkeriyê û milîseyan, û vegera herêmê bo serweriya Sûriyê û rêveberiya xelkê wê ne. 

30.01.2022an                                               

                                                                 Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

--------------------------

Wêne:

- Hin malên roxandî li G. "Qêsim" - N.Reco.

- Herçar Pakrewan "Ehmed Mihemed Şêxo, Cemal Şêxo kurê Hec Hemîd, Esmet Hebeş Henan Dîko, Emîne Hisên Me'imo".

- Du wêneyên du daristanan (Berfenbara 2017an Z - berî dagîrkeriyê, Rezbera 2019an Z piştî qutkirinê), li Bakur û Bakur Rojavayê G."Qeretepe" - N.Şera, Gogêl Êrs.

 

- Du wêneyên daristaneke (Tîrmeha 2017an Z - berî dagîrkeriyê, Rezbera 2019 an Z piştî qutkirinê) li Rojhilatê G."Keferomê" - N.Şera, Gogêl Êrs.

adsiz-tasarim-002.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin