Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 3 kes revandin

Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 3 kes revandin

.

A+A-

Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyan ji aliyê hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve berdewam e.

Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyan ji aliyê hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve berdewam e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Îstixbarata Tirkiyê û çekdarên Feyleq El-Şamê roja 7ê Hezîranê 3 xortên Kurd li navçeya Raco revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Diyar kir jî, du xort ji wan bi navê Hesan Horo û Neşet Mûsa ne û ji 3 salan ve endamên Polîsa Sivîl in û xortê sêyem jî Feysel Reşîd e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin