‘Êdî Kurd baweriya xwe bi Erdogan nayînin’

‘Êdî Kurd baweriya xwe bi Erdogan nayînin’

.

A+A-

Di weşana The National Interest de bi îmzeya Michael Rubin gotarek bi sernavê “Gelo Tirkiye dibe dewleta Apartheid” hat  belavkirin ku tê de balî dikişîne ser fişar û pêkutiya ser Kurdan.

Di gotarê de fişarên dawî yên deshilata Erdogan bi ser Kurdan de têne bibîrxistin û tê diyar kirin, ev yek veguheriya sîstema Apartheid (Afrîkaya Başûr) ku ‘cudaxwaziya nijadî diparêze’.

Di gotarê de tê bibîrxistin ku Erdogan sala 2003yan bi piştevaniya dengên Kurdan hatiye ser deshilatê û di van demên dawî de, helwesta xwe ya dijî Kurdan ti tevahî guhertiye û bi tayînkirina qeyûma li şûna şaredarên hilbijartî, girtina siyasetmedaran û doza girtina partiyan fişarên dewletê gihandiye asta herî bilind.

“Serokên Tirk neçar bûne rûbirûyî Kurdan bibin”

Rubîn di gotara xwe de mînakên serhildanên Kurdan ji heyama Osmaniyan heta Komara Tirkiyê dide û bibîr dixe, serokên tirk ji damezrandina welatê xwe heta niha neçar bûne rûbirûyî kurdan bibin.

 “Erdogan destpêkê Kurd qezenc kiribûn”

Di gotarê de hatiye diyarkirin ku Recep Tayyip Erdogan, sala 2003yan dema hatiye ser kar bawer dikir ku Kurdan qezenc bike û bi ser jî ketiye, lê bi demê re ji ber ku sozên xwe yên azadiya siyasî bo Kurdan bicih neanîye û pişta xwe daye wan, gelek kurd baweriya xwe bi AKP û Erdogan nayînin.

“Erdogan dixwaze bi tevahî mafê dengdanê yê Kurdan ji holê rake’

Di beşeke analîzê de xistina parlamenteriya parlamenterên HDPê û doza girtinê tê bibîrxistin û tê gotin, Erdogan niha jî bi girtina HDPê û qedexeya siyasetê ya ser zêdetirî 600 HDPîyan dixwaze, bi tevahî mafê dengdanê yê Kurdan ji holê rake.

 “Sîstemeke wekî Apartheid li Tirkiyê tê ferzkirin”

Di gotarê de tê destnîşankirin ku niha li Tirkiyê xuyaye sîstema nêzîkî ya Apartheid ya cudaxwaziya nijadî tê ferzkirin û dibe Kurd êdî di vê sîstema fişarê de nikaribin li ser erkên xwe yên siyasî bimînin.

Tê diyarkirin ku rewşa eşkere ye û rewşa Kurdan bipaşve diçe ku niha rûbirûyî serpêhatiyên heyamên salên 1920 û 1930î ne.

Herwiha di gotarê de hatiye bibîrxistin ku dîpolomatên Amerîka û Ewropayê vê nêzîkatiya Tirkiyê ya ser Kurdan demeke dirêj e temaşe dikin û qebûl dikin.

Di dawiyê de tê gotin, pêwîste ji bo li ser egoya Erdogan û îdeolojîya wî ya nijadperestî û cudaxwaz, di serî de serokên Ewropayê yên wekî Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokê Amerîkayê Joe Biden bi awayekî cidî û zelal rawestin. 

Ji ber ku ti mazereta ku Kurd li Tirkiyê bê bandor û bê erk bêne hiştin nîne û destûrdana Erdogan di vê rêyê de aştiyê nayîne ku berevajî wê jî encam dê gelekî ruxîner be.

Werger û honandin: PeyamaKurd

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin