Ebayê Şêx Seîd Efendî yekem car hat pêşandan

Ebayê Şêx Seîd Efendî yekem car hat pêşandan

.

A+A-

Li Diyarbekirê , yek ji ebayên pêşengê serhildana 1925an Şêx Seîd Efendî hat pêşandan. Endamên malbatê ragihand ku ev 100 sal in ew ebayê Şêx Seîd dihilînin.

Li Diyarbekirê , yek ji ebayên pêşengê serhildana 1925an Şêx Seîd Efendî hat pêşandan. Endamên malbatê ragihand ku ev 100 sal in ew ebayê Şêx Seîd dihilînin.

Di çalakiyên 97emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd Efendî û hevalên wî de li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Diyarbekirê jî panelek hat lidarxistin. Di panelê de malbata Şêx Seîd Efendî, ebayê Şêx Seîd pêşan da. Yek ji neviyên Şêx Seîd Mihemed Qasim Firat got; ev 100 sal in ew vî ebayê dihilînin û ev eba ji wan re êmaneteke pîroz e.

Di sala 1925an de Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî, li Dadgeha Îstîqlal ya Şerqê hatin dadgehkirin, dadgehê biryara darvekirinê da û mafê temyîzê jî neda wan. Ev 97 sal in malbatên wan daxwaza aşkerekirina cihên gorên wan dikin.

Ji bo ku cihên gora pêşengê Serhildana 1925an bê aşkerekirin li Dadgeha Îdareyê ya 5emîn ya Enqereyê doz hatibû vekirin û dadgehê ji Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê daxwaza belge û agahiyan û parastinê kiribû. Lê belê Wezaretê di bersiva bo dadgehê rêkirî de ragihand ku ew ne alîyekê vê dozê ne û daxwaz kir ku doz bê betalkirin.

Baroya Diyarbekirê û malbata Şêx Seîd Efendî, biryara Wezaretê red dikin û dibêjin; heta ku cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî bên aşkerekirin ew dê serî li riyên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî bidin.

(K24)

Ebayê Şêx Seîd Efendî Ebayê Şêx Seîd Efendî

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin