Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dr. Suleyman

A+A-

Di nav ramanên Dr. Suleyman de "Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat" tunebû. Ew Kurd bû Kurdistanî bû.

Dema di nav PKK de bû, "başûrtî û bakurtîyê" serê wî pir êşan dibû. Yek ji sebebên helwesta wî li henber PKK jî ev bû.

Dr. Suleyman (Sait Çürükkaya) Kurd bû û ji vî çelengî re Kurdistan yek bû, li kîjan beşê Kurdistan alozî û tehdît, hêvî hebûna, çavê wî li wir bû. Mejîyê partîzanî wek astengekê li henber netewetîya kurdan didît û li henber xwedî helwest bû.

Ne kesayetîyekî ku hesabên xwe li ser berjewendîyên şexsî ava bike. Ewî pêşeroja Kurdistan, hêvîya avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî di helwasta pêşmergên qahreman de didît.

Biryar da û berê xwe da nav refên pêşmergan.

Ji pir kesan re ew tiştên biqîmet bûn, yek bi yek li pişt xwe hişt. Di nav şer de cîhê xwe girt û bi wêrektî û serbazîya xwe derket pêş.

Çi jê hat kir, texsîr nekir û bi vê helwesta xwe, bi vê zîrektî û ramanên xwe bu rêber, bû mamoste û bû serbaz ji şervan û dilsozên Kurd û Kurdistan re.

Roj bi roj stêrka wî şewqa xwe da derdorê. Ji hezaran keç û xortên Kurd re bû mînak û derket pêş.

Her civat ji bona geşkirina rûhê netewî ji xwe re qahremanan diafirîne. Dîrok ji wan re diafirîne..Ew, netewetî û dîroka qahremanîya xwe bi van kesayetîyan  ve girê didin, dikin hîmên neteweperwerî û niştimanperwerî yê ji xwe re..

Ji ber ku divêtîya hevparîya netewî di virde heye.

Di dîroka Kurdistan de, di qahremanîya şerê rizkirina Kurdistan de, Dr. Suleyman yek ji wan e.

Ew qorzîbirek ji dîwarê mala kurd e.

Ew Rustemeke, Kawa ke, Egîteke, di dîroka Kurdistan de!

Emê wî ji zarokên kurdan re bikin mînak, ku şerrê azadîya kurd û Kurdistan li henber van canfedayan dilsoz be.

Ez nabêjim "em te ji bîr nakin" Dr. Suleyman; lê emê te her ji zarokên xwe re bêjin û binivîsin.

Ji ber ku "Şerrê Musil", şerrê Kurdistan e. Tu jî yek ji wan kesê ku têgeya wî şerrî baş dinirxand û di rizgarkirina Musil, di rizgarkirina Kurdistan de cîh girt. Ya ku te kir qorzîbirek  ji avakirina Mala Kurd eve Dr. Suleyman.

Divê em vê rastîyê ji zarokên kurdan re binexşînin û bibexşînin.

01.11.2016

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin