Doza malbata Dedeogullari: Parêzeran hevpeyvîna malbatê ya bi Rûdawê re dan dadgehê

Doza malbata Dedeogullari: Parêzeran hevpeyvîna malbatê ya bi Rûdawê re dan dadgehê

.

A+A-

Doza êrîşa nîjadperestî ya 12'ê Gulana 2021an a li dijî malbata Kurd a Dedeogullari ya li Konyayê îro 1ê Tîrmeha 2022an li heman bajarî hat dîtin. Civîna din a dadgehê dê di 16ê Îlona îsal de bê sazkirin.

Peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmez ku ji bo şopandina dozê li Konyayê ye, derbarê civîna îro ya dadgehê de ragihand, di civîna îro ya dadgehê de, parêzerên malbata Dedeogullari dîmen û wergera teksta hevpeyvîna Yaşar Dedeogullari ya bi Rûdawê re ku piştî êrîşê hatibû qeydkirin, bi CD pêşkêşî dadgehê kir daku di dosyeyê de cih bigire.

Di civîna îro de, parêzerê malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut herwiha ji bo 7 bersûcên ku di çarçoveya dozê de bi awayekî negirtî tên darizandin, ji dadgehê daxwaza biryara girtinê kir, lê belê ev daxwaza parêzerên malabta Dedeogullari ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.

Di rûniştina îro ya dadgehê de polîsê ku hat cihê bûyerê Alî Tunahan Kiliç wek şahid hat guhdarîkirin. Dozgeriyê xwest polîsê din Îhlas Boztaş jî weke şahid bê guhdarkirin.

Dadgehê herwiha biryar da ku du bersûçên girtî yên di çarçoveya dozê de girtî bimînin.

Di çarçoveya doza kuştina malbata Dedeogullarî de, du bersûç bi navên Lûtfû Keleş û Ali Keleş bi awayekî girtî tên darizandin.

Lê belê di çarçoveya heman dozê de 7 bersûç jî bi awayekî negirtî tên darizandin.

Civîna din a dadgeha doza malabta Kurd a Dedeogullari ya li Konyayê ji bo 16ê Îlona 2022an hat paşxistin.

Parêzerê malbatê, Abdurrahman Karabulut piştî civîna dadgehê bang li raya giştî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên mafên mirovan kir, ku xwedî li dozê derkevin û wan bi tenê nehêlin. Karabulut got: “Ka nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û parastvanên mafên mirovan li kîderê ne, çima îro ne li vê derê ne.”

Piştî êrîşa 12ê Gulana 2021ê, kujerê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmeha 2021an li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qers a Bakurê Kurdistanê bûn û 7 endamên malbatê kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qers a Bakurê Kurdistanê ve çûbûn Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meramê bicîh bûbûn.

Doza êrîşa nijadperestî ya 12ê Gulana 2021ê û doza kuştina 7 endamên malbatê, wek du dozên cuda tên birêvebirin û daxwaza parêzeran a yekkirina dozan ji aliyê dadgehê ve hatiye redkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin