Doza Kuştina Musa Anter Piştî 8 Salan li Enqerê Hate Dîtin

Doza Kuştina Musa Anter Piştî 8 Salan li Enqerê Hate Dîtin

.

A+A-

 

Rûniştina 27’an ya doza Musa Anter roja Çarşemê li Enqere hate dîtin. Doza ku heşt salan li Amedê dewam kir jiber sedemên ewlehîyê ji Enqerê re hatibû veguhastin.

Doza Musa Anter û ya rêxistina Îstixbarat û Têkoşîna dijê Terorê ya Cendermeyan (JITEM) kirin dozek.

Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Musa Anter, di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedê di êrîşek çekdarî de hatibû kuştin.

Orhan Mîroglu jî digel wî birîndar bû. Tê îdia kirin ku Anter bi destê endamên rêxistina JITEM’ê hatiye kuştin.

Kurê Musa Anter, Dîcle Anter heşt sal in dozê dişopîne. Wî ji Dengê Amerîka re got ku piştî 18 mehan 30 sal li ser kuştina bavê wî derbaz dibe û jiber dema dirêj dadger dikare dozê bê encam bi dawî bike.

Dîcle Anter

Dîcle Anter

''Bawerîya min bi hiqûqa Tirkîyê nemaye, lê em naxwazin hêvîya xwe hinda bikin. Orhan Mîroglu li dadgehê gotiye ew nikare şahidîyê bike ku kujer Hamit Yildirim e loma ew piştî pênc salan hatiye berdan.”

Dîcle Anter behsa prosesa heşt salan ya dozê kir.

''Di nav heşt salan de gelek kes di dozê de îfade dan ku yek ji wan Velî Kuçuk e. Ew wek damezrînerê JITEM’ê tê qebûl. Wî şahidî kir, lê got ku JITEM tuneye û ew li ser kuştina bavê min tiştek nizane.''

Dîcle Anter bi bîr xist ku rêvebirê berê yê Sazîya Îstixbarata Tirkîyê (MIT) Mehmet Eymur jî di doza Musa Anter de îfade dabû.

Wî bi berdewamî got ku îtirafkarekî PKK’ê ku paşê bûye endamê JITEM’ê, niha li Swêdê dijî û gelek caran anîye ziman ku ew dixwaze di doza Musa Anter de şahidî bike, lê dadgehê ev pêşnîyar jî red kiriye.

Li ber e rûniştina 28an ya dozê di meha Nîsanê de li Enqerê were dîtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin