Dîsa li ser koç û akamên wê

Dîsa li ser koç û akamên wê

.

A+A-

Arîf Qûrbanî / Rûdaw

Her çiqasî berî demekê, çavê medyaya cîhanî û navxweyî ya Herêma Kurdistanê tenê li ser lehiya wê koçê bû ku berê xwe dabû Belarûsê, di nav hemî merivên cuda de jî ku ji welatên cihêreng dabûn ser rêya koçê, ronahî li ser kurdên di nav wan koçberan de bû, lê di rastiyê de hejmara kurdên ku li ser rêya Ewropayê ne, ne tenê ew ên Belarûsê ne.

Her roj bi rêya Deryaya Egeyê gelek kurdên din digihin kampên Yûnan û peravên Îtalyayê. Kesên ku hêj li nav Herêma Kurdistanê ne û li qaçaxçiyan digerin jî pir in. Di nav texeke din a civaka kurdî de jî, ku xwedî sermaye û maldar in, piraniya wan jî mijûlî kirîna paseport û nasnameya Komara Domînîk in. Heke rêyeke hêsan were dîtin, ji bo ku xelk bi saya wê bigihin Ewropayê, bê guman hejmareke zêde ya xelkê dixwazin li Ewropayê bijîn.

Tişta ku pêwîst e civaka kurdî, xasma çîna desthilatdar a Kurdistanê rahejîne ev pirs e: Çima rûniştîyên Kurdistanê koç dikin? Heke heyamekê bi sedema şerê navxwe û rewşa aborî ya Kurdistanê, ciwanan radihişt xwe û dibûn xerîbên welatan, îro ne tenê ciwan ref ref malbat xênî û malên xwe difiroşin û didin ser rêya koç û xerîbiyê.

Di demekê de heke em rewşa navxwe ya Kurdistanê bi hinek welatan re bidin ber hev ku çendik û çend sal in şerê navxweyî pêsîra wan girtiye, yan rûbirûyî metirsî û gefa birçîtî û tîbûnê bûne, Kurdistan ji wan çêtir e, lê rêjeya kesên koç dikin di nav kurdan de ji wan zêdetir e. Dibe ku niha hejmara kurdên nav koçberan ku berê xwe didin welatên Rojava ji wan malbatên efxanî jî zêdetir be, ku ji destê Talibanê direvin.

Tevî ku hest pê nayê kirin li hundirê Herêma Kurdistanê û di navendên desthilatdariya kurdî de ev mijar bûbe cihê têbînî û pirsyarê, lê li navendên navdewletî û xasma li bal ewropiyan cihê têbîniyê ye û li pey wan hokaran digerin çima kurd ji welatê xwe bar dikin? Li ber nesekinîn û xwe nexistina pêşber berpirsiyariya sedemên li pişt wê koçê ji hêla navendên hukimdariya kurdî ve, cihê pûnijîn û metirsiyeke mezin e.

Tişta ku me di rojên borî de bihîst, ji berdevk û peyvdarên navendên desthilatê ji bo sedemên koça kurdan ji Başûrê Kurdistanê, ku gunehê wê dixsitin stûyê PKKê yan sedem vedigerandin wê yekê ku pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê nînin. Li gor nûnerê Herêma Kurdistanê ji bo karûbarên rêxistinên navdewletî jî, destê wan li pişt e ji bo likedarkirin navdarî û reşkirina rûyê Herêma Kurdistanê. Ev nêrîn ji bo sedemên koça bi kom a kurdan, li ser siberoja Başûrê Kurdistanê ji wê koçê bi xwe metirsîdartir in.

Wek çawa cihê metirsiyê ye nexweşek here bal bijîşkekî û bi destnîşankirina çewt ji bo dîtina nexweşiya wî çareseriyê jê re deyne. Wiha jî metirsîdar e ku navendên desthilatê li Kurdistanê sedem û hokarên koçê bi xeletî destnîşan bikin. Çunke encama wê zelal dibe ku nikarin yan naxwazin çareseriya rasteqîn ji bo wê yekê bibînin ka xelk çima koç dike?

Medya û hinek kesên ku dixwazin hêncetên nelojîkî ji bo koçê bibînin, dest bi belavkirina amarên curbicur kirine wek firsend û derfetên kar û dixwazin bersiva wê yekê bidin, ku tê gotin ev di hejarî û bêkariyê de terka Kurdistanê dikin, yan qal û behsa xerciya gihiştina Ewropayê dikin, ku heke ev hejar, destteng û bêkar bin çawa dikarin heqê rê misoger bikin.

Bêyî ku lê bifikirin ti kesek bêyî sedem ne amade ye terka welatê xwe bide, merivên ku koç dikin heke çînên maldar ên Kurdistanê bin, karesat e ji bo hukimdariya kurdî. Heke kesên bêkar û hejar bin jî bêtareke hîn mezintir e. Çunke li cografyayeke wek Herêma Kurdistanê bi samanên sererd û binerd zengîn, cografyaya tijî derfetên çavkaniya dahatê, cihê şermezariyeke mezin e ku hemwelatîyên wê di nebûniyê de terka wê bidin.

Tişta hokara li pişt lehiya koça niha ya xelkê ji Herêma Kurdistanê ye û ji bo siberojê jî koçên mezintir bi dû de tên, têkçûna aramiya siyasî û civakî ya Kurdistanê ye. Nemana baweriya xelkê bi dezgehên dewletî ye û tew bi dezgehên dadwerî û kertên giring ên xizmetguzariyê wek saxlemî û perwerdehiyê. Nebûna dadmendiya civakî û ne serwerbûna yasayê ye, peydabûna grûp û bandên mafyaya curbicur e ku dest danîne ser gelek tiştan, ku çavkaniya jiyana xelkê ne.

Zulm û stemên curbicur in ku her roj di medya û torên civakî de tên weşandin, ku bihêz li lawazan dikin, nemana stargehekê ji bo kesên çewisandî û perçiqandî ye ku lê bihêwirin. Tirs ji niha û siberojê, nemana hêviyê ji bo rojeke çêtir, ev û gelek tiştên din hokarên li pişt wê lehiya koçê ne ku dike cîhanê tûşî sersamiyê bike.

Divê hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û navendên desthilata kurdî bînin ber çavên xwe ku di rewşeke wek niha de bi deh hezaran kes daye ser rêya koçberiyê. Man û dirêjbûna sedemên wê ji bo nav siberojê, lehiya koçê berfirehtir dike. Xwerista meriv wisa ye ku li pey aramî, ewlehî û jiyana xweş digere. Heke Kurdistan nikaribe wan pêdiviyan berdest bike, roj li dû rojê derî û rêyên koçbarkirina ji welêt zêdetir dibin. Heke Xwedê neke sibe Kurdistan rastî rewşeke metirsîdartir hat, bendewariya çi tê kirin?

Rewşa aborî xerabtir bû. Gefa nebûnî û birçîbûnê zêde bû, hişkesaliyê dirêj kir, ger DAIŞ yan komên din ên wek wê êrişî xelk û cografyaya Kurdistanê kir? Heke êrişên leşkerî yên Tirkiyê zêdetir bûn, heke bi planeke herêmî ew hemî hêzên çekdar ku ji çavkaniyên cuda fermanê werdigirin, sibe rûbirûyî hev bûn, gelo koça milyonî naqewime? Li ser asta navdewletî, ev koça niha bandoreke mezin li ser Kurdistanê pêk tîne. Koçber dibin qurbaniyên hevrikiya Ewropa û Belarûsê ku ew kirine alav.

Rojên bê dîmenên dilhejêntir ji nêza mirin û hişk û holabûna jin û zarokan di medyayên cîhanê de diweşin. Herêma Kurdistanê bi berpirsiyariya van bêtaran re rûbirû dibe. Cîhan bi siberoja Kurdistanê bêhêvîtir dibe. Divê desthilatdarên Herêma Kurdistanê bi rastî li pey çareserkirina sedemên koçkirina xelkê bin. Heke çareseriyên bingehîn jê re nebînin, bê guman dê piştî çend salên din Kurdistan bigihe rewşeke xerabtir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin