Occo Mahabad

Occo Mahabad

NISIVKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

DÎROKA HACKERIYÊ Û HACKERÊN NAVDAR

A+A-

Occo Mahabad

 

(Hacker: Hekir: Bi taybetî peyva resen hatiye bikaranîn ku îroniyek çêbibe ji ber ku pir

wateyên navê Hacker hene)

Hackerî çawa dest pê kir ?

 

HACKÊRÊN TELEFONAN….

 

Sal:1878

Şirketeke telefonê hebû, navê vê şirketê Bell Telephone bû. Du ciwanên jêhatî diketin

xetên telefonan û pê bêpere, beleş xeber didan.. Xelk ji vî karî re Hackkirin got ,em dikarin

bibêjin ku dîroka Hackeriyê wisa dest pê kiriye.

Wê demê ev karê Hackeriyê wek sûcekî nedihat dîtin ,tiştekî zarokane dihat hesibandin.

Lê dîsa jî şirketên telefonan bi giştî karkerên jin didan xebitandin ku qazancên wan nekeve û

kêm nebe. Ji ber ku hê Hackireke jin tunebû.

 

DENGÊ KOMPÎTURÊ…..

 

Niha em werin sala 1960’ê ji ber ku kompîtur hatiye îcadkirin û ketiye jiyana

zanîngeh û ciwanan, ciwan vê dahênana (îcad) rojane meraq dikin û dixwazin pê mijûl

bibin. Lê kompîturên vê demê ewqas mezin in ku bi tenê di saziyên fermî û zanîngehan de

hene. Mînak kompîtura ewil li gor gotinan ji tonekî zêdetir e. Ji ber vê jî ji bo

kompîturên berê dînazor dihatin gotin. Ev dînazoran di hundirê odeyên mezin de bi saya

germahiyê dihatin xebitandin.

Li Amerîkayê di zanîngeha MIT’de (Massachusetts Institute of Technology) hin

xwendekar û asîstan ji bo bikaranîneke hêsantir rêbazek dîtin. Jê re berê Kurterê gotin

paşê jî navê wê kirin Hack. Bi vî awayî kompîtur kirariyên pêwîst leztir û zûtir dikir.

Di wan salan de, Dennis Ritchie û Ken Thompson pergala xebata UNIX’ê çêdikin. Pergala

UNIX’ê ji kurterêyan pêk dihat.

 

GILGIL Û FÎQ…..

 

Sal:1971

John Draper kêşf kir ku promosyonên Cap’n’Crunch (xwarina gilgilê ye)

2600 mhz deng derdixe ku ev promosyon bi tenê fîqekê bû. John bi fîqê li ser awîzeya

telefonê pif dikir û heta sibê beleş xeber dida.Draper vê rêbazê di demeke kurt de hînî

herkesî dike.

Polês John Drapper digire û jê dipirse ”Te çima vî karî kir” Drapper li polês

dinêre û dibêje ku ”Min malê xelkê da xelkê”.

 

PERGALA TEXTEYA PEYAMAN…

 

Sal: 1978

Randy Seuss û Ward Christiansen ji bo ragihandin û têkiliyê pergalekê çêdikin.

Navê vê pergalê dikin Pergala Texteyê Peyaman (Bulletin Board System ). Êdî Hackerên

navdar an jî nûgihîştî hev nas dikirin û bi hev re dixebitiyan.Ev pergal hê jî di roja me de ji

aliyê Hackeran ve tê xebitandin.

 

KOMPÎTURA ŞEXSÎ….

 

Sal:1981

Fîrmaya IBM kompîtureke şexsî çêdike û dide nasandin. Ev pêngaveke pir

mezin bû û bi ‘’ şoreşa teknîkî ’’ dihate binavkirin.Êdî perê te hebûya te dikaribû

kompîturek bikira û bi kar bianiya. IBM vê salê pereyên pir mezin qazanc dike.

Rêveberê IBM’ê wiha digot ”Ev hê lêlê ye em ê lolo jî bibînin.”

Dengê înternetê jî êdî hêdî hêdî dihat. Tora leşkerî ARPANET wê veguheriya bibûya

înternet. Destên şirketan dixuriya wekî gurên birçî xwe avêtin ser înternetê.

 

FÎLMÊ WAR GAMES…..

 

Sal:1983

Hollywood dibîne ku Hackerî di nava ciwanan de pir popûler e fîlmekî dikişîne. Navê

fîlm War Games (Lîstikên Şer) bû. Fîlm rekoreke mezin şikand û pir hat temaşekirin. Çêkerê vî

fîlmî ewqas pere qazanc kir ku li gotarekê wiha digot:’’Me bawer nedikir ku em ê ewqas

pere qazanc bikin.’’

Lê rewşa herkesî ne weke sektora fîlmçêkeran bû.

Rêveberê wê çaxê yê fîrmaya FORD’ê bi qehran daxuyaniyek dide rojnameya Times’ê

dibêje ku ”ev eşqa kompîturê karên me kuşt êdî kes erebe nakire.”

 

KOMA HACKERAN-LEJYONA QIYAMETÊ…..

 

Sal:1984

Vê salê komeke Hackirî tê avakirin.Kom ji aliyê Lex Luthor ve tê

damezrandin. Navê komê dike Lejyona Qiyametê (Legion Of Doom).Ev rêxistin ji bo

Hackeran pêngaveke mezin bû.Êdî dema çalakî û xebatên hevpar û rêxistinî hatibû.

Ev koma Sîberî-online di dema xwe de pir navdar e.Hackerên herî baş di vê rêxistinê de kom

dibin ev jî hikûmeta Amerîkayê dixe tirsekî.

 

ŞERÊ NAVXWEYÎ….

 

Piştî salekê di nava Lejyona Qiyametê de şerekî navxweyî derdikeve. Phiber Optik bi

hevalê xwe Erik Bloodaxe ve şer dike û ji komê tê avêtin. Ev bûyer Lejyona Qiyametê parçe

dike. Phiber Optik komeke nû ava dike û navê komê jî dike Masters Of Deception (MOD).

Koma MOD xetên telefonan kilîd dikin, xeberdanên hin kesan guhdarî û qeyd dikin,agahiyên

şexsî didizin. FBI, Phiber Optik û 4 hevalên wî digire û dixe girtîgehê.

 

ZAGONÊN DIJWAR…..

 

Sal:1985

Dewleta Amerîkayê ji bo astengkirina bûyerên Hackeriyê zagonên cur bi cur derdixe.

Kongre hefteyek li ser qanûnên nû dixebite.Êdî Hackerî tişteke zarokane nedihat

dîtin.Yasayên pir dijwar hatin derxistin.

 

VÎRÛSA MORRIS….

 

Sal:1988

Robert Morris bi kurmikên înternetê (Internet worm) 6000 kompîtur hildiweşîne,dawiyê 10

hezar dolar cezayê pere dide û bi saetan jî di xizmeta civakî de dixebite.

Kevin Mitnick dikeve tora şirketa Digital Equipment Company’ê hemû agahiyên şirketê

tevlihev dike û tê girtin ji ber vê salekê di girtîgehê de dimîne.

Kevin Poulsen dikeve xetên telefonan piştî 17 meh şûn de ji aliyê FBI’yê ve tê girtin.

 

KGB Û ALMANAN…..

 

Sal:1989

Hackerên ku girêdayî komeleya Chaos Computer in dikevin pergalên saziyên fermî yên

Amerîkayê kod û agahiyên saziyan bi dest dixin û difiroşin KGB’yê.Êdî Hackerî bibû amûreke sîxuriyê.

Ev bûyer ji bo operasyona Credux’ê bû bingehek. Dewleta Amerîkayê derdiket nêçîra Hackeran…

 

OPERASYONA CREDUX’Ê…..

 

Sal:1990

Hikûmeta Amerîkayê ji bo girtina hemû Hackeran operasyona Credux’ê pêk tîne. Operasyon li

14 bajêr pêk tê. Pir Hacker tên girtin. Lê ev operasyon dîsa jî encameke teqez nayne. Hackerî mîna nexweşiyekê di nava ciwanan de belav bibû.

Sal:1994

Vladimir Levin ji bo Mafyaya Rûsan dixebite û ji kompîturên Citibank’ê 10 milyon dolar

didize.

Levin piştî salekê di balafirgeha Heatrow’ê de tê girtin.

Sal:1995

Kevin Mitnick dîsa tê hepskirin ji ber ku 20 hezar heb kartên krêdiyê diziye. Dadgeh cara ewil

Hackerekî bi kefaletê serbest bernade, Kevin bi salan di hundirê hepsê de dimîne.

 

BACK ORIFICE Û TROJAN….

 

Sal:1988

Back Orifice ji bo Hackkirinê bernameyek çêdike û di konferansa The Cult of Death Cow

(DefCon) de dide nasandin. Navê bername Trojan e. Trojan wekî sîxurekî diket pergala

kompîturê û diziyê dikir. Ji wê salê heta roja me ev bername ji aliyê Hackeran ve tê bikaranîn.

Bername cara ewil ji aliyê Ehud Tenebuaum ve tê ceribandin. Ehud dikeve pergalên

Pentagonê û kodên leşkerî didize. Ehud bi salan di girtîgehê de dimîne.

 

VÎRÛSA MELISSAYÊ….

 

Sal:1999

David Smith vîrûsekê çêdike û navê evîndara xwe dide bernameyê. Bi vîrûsa Melissayê dikeve

pergalên 300 şirketê û hemû agahiyên wan bi dest dixe û jê dibe. 300 şîrket 400 milyon dolar

zerar dikin. Piştî vê bûyerê Microsoft ji bo astengkirina êrîşan bernameyên parastinê çêdike.

 

VÎRÛSA EŞQÊ

 

Sal:2000

Hackeran bi vîrûsa eşqê pergalên malperên eBay,Yahoo û Amazon hildiweşînin.Kodên

bernameyên Windows û Officê ji Microsoftê didizin.

 

CUREYÊN HACKERAN……

 

Li gor pisporan 5 cure Hacker hene:

1-Hackerên Dibistanî: Hackerên dibistanî pergala înternetê analîz dikin û hînî naveroka wê

dibin.

Di kirinên wan de tucarî zerardayîn tune. Armanca wan zêdetir zanistî ye.

2-Hackerên Jêhatî:Hackerên jêhatî zerar didin pergal û malperan.Ew bi hilweşandinê xwe

îfade dikin.

Li dijî hin tiştan hêrs û nefretên xwe wisa derdixin holê, bi giştî ciwanên nûgihîştî ne….

3-Hackerên Profesyonel:Hackerên profesyonel Hackkirinê bi tenê ji bo pere dikin. Dikevin

pergalên sazî û şirketan agahiyên wan didizin û difiroşin hin kesan.

4-Nivîskarên Vîrûsan: Nivîskarên vîrûsan bi kodan vîrûsan çêdikin û wan belav dikin

înternetê.

5-Hackerên Sîyasî:Hackerên sîyasî bi armanc û hedefên sîyasî tevdigerin. Li gor fikr û

ramanên xwe çalakiyan pêk tînin.

 

HACKERAN JI BO ÇALAKIYÊN XWE KÎJAN BERNAMEYAN BI KAR TÎNIN….

 

Hackeran bernameyên Trojan (RAT=Remote Access Tools) bi kar tînin. Em dikarin bibêjin ku

nêzîkî 300 cureyên wan hene.

Ji bo xebitandina Trojanê sê parçe lazim e: Server, Client û Editor.Ev sê parçe saziya Trojanê

pêk tîne. Parçeya Server deriyên pergalê vedike,parçeya Client bingeha çalakiyê sererast dike, parçeya Editor çalakiyê pêk tîne.Îro di roja me de Hackeran zêdetirîn Trojanên Bladerunner,

Deepthroat, Girlfriend, Schoolbus, Netbus, Subseven, Striker, Doly, Wincrasher, Voodoo û Netsphere bi kar tînin.

 

HIN HACKERÊN NAVDAR…..

 

-Adam Beberg: Projeya Cosm’ê çêkiriye

-Dennis Ritchie & Ken Thompson:Pergala UNIX’ê ava kirine.

-Dmitry Sklyarov: Taybetiyên şîfrekirina PDF’yê dîtiye.

-Douglas Engelbart: Bernameya Remailerê nivîsandiye û pergala NLS’yê çêkiriye.

-Ian Murphy /Captain Zap: Ketiye pergalên telefonan û beleş xeber daye.

-Johan Helsingus: Bernameya Remailerên Anonîm nivîsandiye.

-Kevin David Mitnick:Di cîhanê de çiqas pergal hene ketiye hundirê wan.

-Kevin Poulsen: Ketiye tora sazî û şirketan.

-Mark Abene (Phiber Optik):Prensîbên xebitandina telefonan keşf dike.

-Richard Stallman:Bi bernameyên taybet êrîş kiriye kompîturan.

-Timothy Lloyf: Pergalên şirketan hilweşandiye.

-Vladimer Lenin: Ji banqeyan agahiyên taybet diziye.

-Iskorpitx: Hackerekî nîjadperest û Tirk e. Malper û pergalên çepgir û Kurdan hilweşandiye. Ji

sala 2003 û heta roja me nêzîkî 30 hezar malper hilweşandiye.Çi ecêb e ku Iskorpitx hê jî nehatiye girtin!!!!! Gelo çima!!!!Li gor pisporên Ewrûpayî Iskorpitx komekê ye…

Li gor lêkolînekê di dinyayê de Hackerên herî çalak Tirk in. Her sal bi hezaran malper û

pergal hildiweşînin. Hackerên Tirk pirtirîn Trojanên Subseven û Netbus bi kar tînin.

 

DAWÎ Û ENCAM

 

Hin kes Hackeran qehremanên romantîk lê hin kes jî wan sextekar û bênamûs dibînin.

Ji îcadkirina telefon û kompîturan heta roja me pir Hacker derketin û pir bûyerên Hackerî

hatin jiyîn. Carinan Hackerî bi rûyê sextekariyê carinan jî bi rûyê sîyasî derketiye pêşberî me. Lê divê em ji bîr nekin ku Hacker û Hackerî rastiyeke roja me ye. Ew ê herdem hebe……..

Em ê bi gotineke Aldous Huxley nivîsa xwe biqedînin.

‘’Hacker bi armancekê tevdigere hem romantîk e hem zalim e

Hacker dikare bibe şoreşgerekî an jî belengazekî’’

Önceki ve Sonraki Yazılar