Dîplomatê berê yê Amerîkayê: Gavên dawiyê ji bo zexta li ser Kurdan hatin avêtin

Dîplomatê berê yê Amerîkayê: Gavên dawiyê ji bo zexta li ser Kurdan hatin avêtin

.

A+A-

Dîplomatê berê yê Amerîkî Andrew L. Peek diyar kir ku di demek nêzîk de çareserkirina kirîza siyasî ya niha ya li Iraqê zehmet e û got ku baştirîn çareserî di demeke kurt de hilbijartinên nû û nûkirina yasaya hilbijartinê ye.

Peek diyar kir ku Kurd li Iraqê roleke girîng dilîzin û amaje bi nakokiyên navbera PDK û YNKê li ser posta serokkomariya Iraqê kir û got, ji ber ku PDKê dengên zêdetir û kursiyên zêdetir ên parlamentoyê bi dest xistiye, ji mafê PDKê ye ku piştgiriya berbijêrê xwe bike.

Dîplomatê xwedî tecrûbe ku siyaseta Amerîkayê ya li Iraqê rexne dike, diyar kir ku ew ji ber bê helwestiya Amerîkayê ya li hember êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser Hewlêrê matmayî mane û got, “Ez difikirim ku berdewamiya vê siyasetê zirarê dide Amerîkayê.”

Andrew L. Peek biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistanê de jî "siyasî" bi nav kir û diyar kir, biryarên wê dawiyê yên taybet bi petrol û gaza Herêma Kurdistanê zêdetir ji bo çêkirina givaşan li ser Hewlêrê bûn.

Bi gotina Peek, çareseriya wê pirsgirêkê vegeriyana bo lihevkirina berî salekê ye.

Di navbera salên 2019 û 2020an de Andrew L. Peek Rêveberê Bilind ê Karûbarên Ewropayê di Encumena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayên de bû, herwiha ji sala 2017 heta 2019an jî Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarên Rojhilata Nêzîk bûye.

Rêveberê Bilind ê Karûbarên Ewropayê û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Encumena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, Andrew L. Peek bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Pêvajoya siyasî ya Iraqê niha rûbirûyê krîzeke mezin bûye. Siyasetmedarên Iraqî li ser avakirina hikûmeta nû li hev nekirin. Li gorî we aliyên siyasî yên Iraqê dikarin li ser nexşerêyeke nû li hev bikin û di demeke nêzîk de hikûmetê pêk bînin?

Andrew L. Peek: Ez bawer nakim ku bikarin. Nêrîna min wiha ye, niha pêvajoya siyasî ya Iraqê rastî asêbûnekê hatiye ku dema derbasbûna ji wê ne xuya ye. Dikare bi rêya wan belavokên ku li Bexdayê tên belavkirin, hest bi vê asêbûnê bê kirin, bi taybet bi rêya daxuyaniyên hêzên Şîe û bi taybet jî yên Muqteda Sedr. Bi dîtina min baştirîn çareserî ku niha her kes hêvî dike ew e ku hilbijartinek nû bê lidarxistin û ji bo qanûneke nû ya hilbijartinan xebat bên kirin.

Rûdaw: Divê Kurd li hember rewşa niha çawa tevbigerin? Bi berçavgirtina ku piraniya pirsgirêkan di navbera aliyên Şîe de ne, ne bi Kurdan re?

Andrew Peek: Bi rastî roleke Kurdan a girîng heye. Wek tê zanîn divê serokomar Kurd be û Kurd dê biryarê bidin ka dê kî bibe serokomarê Iraqê û şûna Berhem Salih bigire. Ew jî rast e ku hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî wek hev nînin û kursiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) gelek zêdetir in. Li gorî van encaman divê PDK biryarê bide ka kî bibe serokomarê nû yê Iraqê. PDK jî li hember tevgerên Îranê pir bi guman e û ji ber helwesta Sedr a vê dawiyê li hember Îranê, her du alî bûne hevparên xwezayî di vê pêvajoyê de. Lewma PDK dê di paşeroja proseya siyasî de roleke girîng bilîze.

Rûdaw: We behsa Muqteda Sedr kir. Hûn bihêzbûna Sedr di van çend salên dawî de çawan dinirxînin, di demekê de ku niha bi wê yekê tê naskirin ku li dijî hegemonyaya Îranê li Iraqê?

Andrew Peek: Di heyama 20 salên borî de, Muqteda Sedr li ser hemû nexşeya siyasî ya Iraqê cih girtiye, çi alîgir û çi li dijî Îranê. Ew neteweperwer bû, siyasetmedarek ku paşê bi Îran û Xamineyî re hevalbend bû, di berdêla ku Tehran pere û çekan bide wî da ku êrîşî hêzên Amerîkî bike. Ji ber vê yekê ew di paşerojê de xwedî gelek helwestên cûda bû, lê ez difikirim ku ew lîstikvanekî siyasî yê jîr e. Di sala 2019an de û belkî berê jî, ew pê hesiya ku hegemonyaya Îranê li Iraqê û kontrolkirina Tehranê ya li ser Iraqê bi rêya grûpên milîs ên wê, ew qas mezin bûye ku rê li ber pêşketina Iraqê girt. Ew di demekî de ye ku niha gencên Iraqî bêkar in û hikûmet nikare biryarên rast li gor berjewendiyên Iraqiyan bide. Niha jî Sedr wê derfetê di vê quncikê de dibîne ku li li dijî Îranê raweste û tevî wê yekê jî Iraqiyekî resen e, wê yekê jî wiha kiriye ku pêgeha wî bihêz be.

Rûdaw: Rêveberiya Biden li Iraqê xwedî roleke bihêz nîne û zêde behsa bûyerên siyasî yên Iraqê nake. Hûn vê yekê bi çi ve girêdidin?

Andrew Peek: Polîtîkaya tecrîdê ya Amerîkayê ya li Iraqê gelekî şaş bû. Ez fêm dikim çima vê siyasetê dişopînin. Ji ber ku ew di wê baweriyê de ne ku eger rola wan di rêveberiyê de hebe, dê zirarê bide dost û hevalbendên wan ên li Iraqê, ku ew tenê zirarê didin wan kesên ku li dijî Îranê ne. Lê fikreke xerab e. Ji ber ku Iraqî dibînin ku pirsgirêk ji sîstema siyasî tê, Îran li her quncikekî welatê wan heye û dipirsin ka kî alîgirê vê sîstemê ye û kî li dijî wê ye. Me ev yek di meha Adara borî de dît, dema ku Hewlêr bi mûşekên ku ji Îranê hatin avêtin, hat armanckirin. Wê demê me helwesteke cidî ya Amerîkayê nedît û vê yekê gelek alî matmayî hişt. Welatekî cîran çawa dikare mûşekê biavêje, lê Amerîka tu helwestê nîşan nade. Tiştê balkêştir ew e ku ti şandeke bilind a Amerîkî neçûye Kurdistana Iraqê. Bi baweriya min berdewamkirina vê siyasetê zirarê dide Amerîkayê. Ji ber ku dikare karekî bike ku bandora Îranê kêm bike û herwiha peyamekê bide Iraqiyan ku ji nêzîk ve çavdêriya rewşa welat dike.

Rûdaw: We behsa helwesta her du aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, YNK û PDKê kir. Niha di navbera wan de li ser serokatiyê lihevnekirinek mezin heye. Hûn li ser vê helwestê çi difikirin?

Andrew Peek: Ji ber nehevsengiya siyasî ya di navbera her du partiyên Kurdistanî de, ez bawer nakim ku PDKê bikare ji alîgirên xwe re bêje, “Belê, em bi ferqeke mezin di hilbijartinan de biserketin, lê belê em posta serokkomariyê wernagirin.” Eger hikûmeteke nû bê avakirin û Muqteda Sedr tê de cih bigire û PDK jî serokatiya Berhem Salih qebûl bike ez dê matmayî bimînim. Lê dibe ku biryara serokatiyê pêwîstî bi erêkirina PDKê nebe û eger hevpeymaniya Malikî û YNK li hev bikin û dengên pêwîst bidest bixin, dibe ku Berhem Salih bimîne. Bi dîtina min mafê PDKê heye ku piştgiriyê bide namzedê xwe.

Rûdaw: Hûn rol û hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di yekxistina nêrînên cuda de çawa dibînin?

Andrew Peek: Bi dîtina min Serok Nêçîrvan Barzanî baştirîn serok e ji bo Herêma Kurdistanê û bi baweriya min dê bibe serokekî pir baş ji bo Iraqê jî. Bi giştî ez bawerim ew dîplomat û siyasetmedarekî jêhatî ye, kesekî pir baş e ku dikare nûneratiya Herêma Kurdistanê li cîhanê bike.

Rûdaw: We ji ber helwesta xwe li gel rayedarên Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî kar kir. Bi dîtina we baştirîn çareserî ji bo nakokiyên demdirêj ên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser kontrolkirina petrol û gaza Herêma Kurdistanê çi ye?

Andrew Peek: Bi baweriya min daxwaza Hewlêrê ew e ku vegere sîstema niha ya birêveberiyê, ango rewşa petrol û gazê berî destpêkirina vê proseya siyasî. Dikare bê gotin ku qanûna nû ya petrol û gazê ya heyî siyasî ye û tê bikaranîn. Ji ber ku partiyên li dijî tifaqa piraniyê biryara zextê dan. Herwiha peywendiyên petrol û gazê yên Hewlêr û Bexdayê jî rewşa aborî û siyasî ya 20 salên borî nîşan nade.

 

Andrew Peek kî ye?

Andrew L. Peek di navbera 2019-2020 de wek Rêveberê Bilind ji bo Karûbarên Ewropî li Encumena Ewlekariya Neteweyî û di navbera 2017-2019 de Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarên Rojhilata Nêzîk xebitî.

Milîsên ku Îran piştgirîya wan dike li ser mijarên wekî danûstandinên petrolê yên Hewlêr-Bexdayê û dîsa sepandina cezayên JCPOA ji bo hikûmeta Amerîkî kar kirine.

Li Qesra Spî, wî di koordînasyona wezîrên NATO û civînên bilind de, êrîşa Rûsyayê li ser Ukrayna û siyaseta Arktîkê de alîkariya Dewletên Yekbûyî kir.

Peek hîn jî wekî lêkolîner di beşa Rojhilata Navîn a Konseya Atlantîk de dixebite.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin