Dîlber Ay, koça dawî kir

Dîlber Ay, koça dawî kir

Hunermenda bi eslê xwe kurd Dîlber Ay ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

A+A-

Duh êvarê, hunermend Dîlber Ay ji ber krîza dil derbas kir, ew rakirin nexwaşxaneya lêkolîn û perwerdeya Enqerê, lê li gel hemû hewldanên bijîşkî û tenduristî jî jiyana xwe ji dest da.

Dîlber Ay sala 1956ê li navçeya Bazarcix a Mereşê ji dayîk bû. Piştî beşdarî bernameya deng bû, gav avêt bo cîhana hunerê û gelek albûm derxistin.

Dîlber Ay gelek stranan ve hat nas kirin û herwaha di beşa hunera sînemayê de jî xwedî rolekî aktîf û çalak bû û ji ber wê jî piştî di fîlma Beynelmînel a sînemayî, di festîvala 14.mîn a ‘’Zêrê qoze’’ de xelata lîstîkvana alîkar wergirt.

Herwaha di fîlmên sînemayî yên ‘’Jiyan ji bo te xweşe’’ û ‘’Rêhevalê min’’ de jî rol wergirt.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin