Diakurd: Em bangî komelgeha navnetewî dikin li hemberî hêrişên Tirkiye li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê rawestin

Diakurd: Em bangî komelgeha navnetewî dikin li hemberî hêrişên Tirkiye li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê rawestin

.

A+A-

Nameyek vekirî ji bo rayadarên komelgeha navnetewî, António Guterres, Joe Biden, Ursula von der Leyen û Emmanuel Macron

Nameyek vekirî ji bo rayadarên komelgeha navnetewî, António Guterres, Joe Biden, Ursula von der Leyen û Emmanuel Macron Dewleta Tirk bi dehezaran leşker, bi çek û amûrên leşkerî ve beşek ji rojavayê Kurdistanê dagîr kirîye û niha jî hewl dide ku bi kûrahiya 30 km hemû rojavayê Kurdistanê dagîr bike. Êrîşên dewleta Tirk nêzikî 40 km ketine nav xaka Başûrê Kurdistanê û rojane gundewarên heremê bombaran dike. Berpirsiyarên dewleta Tirk, bi taybet jî Erdogan aşkera dibêje, ku armanca wan ya sereke pêşî lê girtina reveberîya herêmên kurdî ye û ji nav birina destkevtîyên kurdan e.

Êrîşên dewleta Tirk yên leşkerî li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê her roj dibe sedema kuştin û brîndarkirina sivîlên bê guneh. Dewleta tirk bi hemû hêz û tiwanaya xwe ve hewl dide demografiya rojavayê Kurdistanê biguhure. Kurd ji mal û gundên xwe têne qewirandin, ereb û tirkimenên ser bi Tirkiyê ve li wan deveran têne cih kirin. Êrîşên dewleta Tirk dê bibe sedema dijayetî û pevçûnan di navbera gelên herêmê dikare bibe tehdîtek ji bo aşitî û aramiya civakî ya welatên Ewropa û cîhanê.

Gelê kurd şereke dijwar dijî teroristên IS, El Nusra, Ahrar al-Sham û gelek hêzên din yên tarî dikin. Dewleta tirk van hêzên radikal û tarî ji xwe ra tehdid nizane berevajî li ber çavê hemû cîhanê alîkarî û piştivanîya wan teroristan dike, lê gelê kurd ku wek gelek sekuler û aştîxwazin ji xwe ra wek tehdit dizane.

Her çend krîza aborî li tirkiye di astek gelek bilind de ye, lê rayedarên dewleta tirk dest ji xiyalên xwe yên imparatoriyê bernedane û armanca wan dagîrkirina beşên din yên Kurdistanê ye. Bi gor seranserê Surîyê aramî û îstiqrar li rojavayê Kurdsitanê ji gelek deverên Sûrîyê yên din baştir e. Bi van bombaranan û dest têwerdanan ve dewleta Tirk, ne tenê aramî û îstiqrara herêmê ji holê radike, belku pirsgirêkên Rojhilata Navîn girantir dike.

Cihê şahnaziyê ye ku dewleta Fransa leşkerên xwe li wan herêmên agirbest lê hatî diyarkirin cih kiriye ku pêşiya dagîrkeriya dewleta Tirk li wan herêman bigire. Em sipasiya dewleta Fransa ji bo van hewlên wan dikin, lê hewlên pêşî lêgirtina dagîrkeriya dewleta tirk ne tenê erkê dewleta Fransa belkî erkê hemû dewletên bi bandor li cîhanê ye. Em bang li sekreterê giştî ê NY António Guterres, serokê DYA Joe Biden û seroka YE Ursula von der Leyen û serokê Fransa Emmanuel Macron dikin ji bo çareserkirina rewşa acîl a heyî Konseya Ewlekarî ya NY bicivînin, ji bo parastina ewlakariya herdu aliyan, di navbera sînora Tirkiye û Sûrî biryara bicîhkirina hêzên leşkerî yên NYê bidin.

Di van êrişan de xelkê sivîl tê kuştin, brîndarkirin û derbederkirin. Em wek Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd ji hemû hêzên aştîxwaz û demokratîk, daxwaz dikin, ku zext li ser dewleta Tirkiye bête kirin, da ku dev ji van êrîşên xwe yên nemirovane berdin. Dev ji xiyalên xwe yên dagirkirina rojavayê Kurdistanê berdin.

Silav û rêz Serokê DIAKURDê Adnan Axacan

29/6/2022

1-268.jpg2-297.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin