Derbarê êrişa li Mêrdînê de 4 kes hatin girtin

Derbarê êrişa li Mêrdînê de 4 kes hatin girtin

.

A+A-

Tometbarên êrîşa li dijî pênc welatiyên Duhokê, li Dadgeha Mêrdînê hatin dadgehîkirin, dadgehê derbarê 4 kesan de biryara zindanîkirinê da û yek ji tometbaran bi mercê kontrola dadî serbest hat berdan.

Lıgor zanyarıyan ji 5 kesên bi tometa hebûna pêwendiya wan bi êrîşa li dijî pênc welatiyên Duhokê desteserkirî bûn, derbarê 4 tometbarên bi navên F.A, A.K, Ç.B û M.Y de biryara zindanîkirinê hat dayîn.

4 tometbar li tawana xwe mikur hatine ku ji bo pereyan ev tawan encam dane û tometbarê bi navê M.Ş bi mercê kontrola dadî hat berdan.

Roja 19ê vê mehê 5 welatiyên Duhokê bi armanca wergirtina çareseriyên bijîşkî, bi otomobîla xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn û li ser riya Mêrdînê bi çekan êrîş li wan hatibû kirin û di encama bûyerê de her pênc welatiyên Duhokê canê xwe ji dest dabûn.

Piştî êrîşa Mêrdînê, ya hejmarek kes hatibûn desteserkirin, du ji wan piştî wergirtina îfadeyên wan hatibûn berdan. Îro jî 5 tohmetbarên ku di nava wan jinek jî heye, bo Dadgeha Mêrdînê hatibûn veguhestin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin