Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Denklema Efrîn û şerê wekaletê!

A+A-

Dewletên wek Tirkîye, Surîye, İraq û Îran; li ser kîndarî, nefret û dijminatîyê hatîne avakirin. Şer, pevçûn, zilim û kîndarî ji ber hevîrê avakirina van dewletan zilim bi dawî nayê li ser vê axê. heta ku ev dewlet ji hev tarûmar nebin û hestîyên wan hûrhûr nebe. Dewletên ku li ser zilmê avabûbin, pêşeroja wan tineye. Wê rojek rûbirûyî zilmek ji a xwe mestir werin.

Dewleta tirkan jî yek ji van dewleta ne.

Êrîşên ku tên ser Efrîn jî yek ji vê dijminatî, kîn û nefret, hezkirina xwînrijandinê ye ku, bi bisedsalane li ser Kurd û Kurdistan dubare dibe.

Di Rojhilata Naverast de, siyaseta dewleta tirk li ser esasên pêşîlêgirtina doza Kurd û Kurdistan hatîye dîzayînkirin.

Ev demek e ku li Sûrîye şerekî balkêş tinebû û giftûgo ber bi dîtina çareserîyekê ve diçû. Helbet di vê demê de jî Tirkîye, ji hêlakê de têkilîyên xwe bi hêzên cîhatkar re li Sûrîye xurt dikir, ji hêla din de jî Rusya û Îran wek dostên nû ji xwe re dineqand û tevlî hevparîya siyasetê dibû. Bi Rusîya û Îran re meşandina têkilî û germkirina danûstendinên bi Rûsîya, Îran û Sûrîye re jî li henber Emerîka; hîmê bazarî doza Kurd û Kurdistan bû.

Di nav şerê terorê yê Sûrîye de dewleta xwedî têkilîyên herî biqirêj piştî Îran Tirkîye ye. Ji El-Qaîde bigire, heta El-Nusra (ku ew jî grûbek El-Qaîde ya Sûrîye ye) OSO, grûbên piçûk ku di nav El-Nusra de û DAÎŞ, yek bi yek bi têkilî, alîkarî û piştgirîya Tirkîye; bi pêşengîya hêzên Tirkan yên paramilîter birêkûpêk bûne. Demekê Tirkîye Rûsya û Îran ji ber van têkilîyên Tirkîye bi van hêzên cîhatkar û serkêşên terora Îslamî re, baş lihev mêze nedikirin. Li henber hev tehdîdkar bûn.

Piştî ku li henber DAÎŞ kualîsyonek mezin a şer hat damezirandin û DAÎŞ bû hedef; Tirkîye wek rêvîyê ku di devê pînê mirîşkan de xefikê bibîne, xwe veşart, bêdeng bû û bipaşde kişîya. Çû cem serokê Rusya û xalîyê ber lingê Pûtîn maçkir û efû xwest. Tirkîye jî wek kabekî ket destê Rûsya, tirkîye bi dostên xwe yên nû re xwe nepixand wek elokan û derket qada şer.

Lê rojhilata Naverast ne cîhê qabadayîtîyê ye. Li ser axa Rojhilata Naverast, Lîstikvan, lîstik di nav lîstikê de, girêk li ser girêka kor, dadikeve qada siyasetê. Tirkîye tenê kozekî wê heye: Dijminatîya Kurd û Kurdistan.

Çi dibe bila bibe, „divê Kurd nebin xwedî dewlet"(!) Ev kîn, nefret û dijminatîya ku bi sedan salane bi xwînê têt xwedîkirin a tirkan, ereban û Farisan e li henber Kurd û Kurdistan.

Sebeba ku van hêzan tîne cem hev jî eve.

Aktorên şerê Sûrîye Rusya, DYA û Îran e. Tirkîye di meşandina siyaseta şerê Sûrîye de Kabekî di destê Rusya û DYA deye. Kengî li hesabê kîjan aktorî bê û li gor lîstik û berjewendîyên kîjan ji wan aktoran be, ev kab tê avêtin. Bi avêtina kab a mazatê re çi were, ji bona şer û berjewendîyan têd bikar anîn. Tirkîye di nav şerê Sûrîye de ne aktore û Ji despêka şer de wek koz hatîye bikaranîn. Ti serkevtinên Tirkîye li Sûrîye tinene û wek hêzek wekaleta şer lîstoke di destê van aktoran de. Di van dan û stendinên meşandina şer de jî ji dijminatîya Kurdan şûnde tiştek didestê Tirkîye de tineye.

Bêyî riza DYA û Rusya tirkîye nikare li Sûrîye gavan bavêje. Efrîn dagir bike. Heger di dagirkirina Efrîn de berjewendîyên Rusya, an jî DYA hebe ev mukûne.

Tirkîye sebeba dagirkirna Efrîn û derdora van deveran, hebûna PYD-PKK û YPG dide nîşan. Tirkîye PYD û armancên wê yên stratejîk baş dizane. Têkilî û helwesta PYD li henber tîrkîye jî eşkere ye. Lê hedefa Tirkîye Kurdin. Îhtîmala deskevtinên Kurdan bi xwe ye. Li ser daxuyanîya DYA a ku „ji 30 hezar çekdaran damezirandina artêşek nû ku piranîyên wê wê Kurd bin"(!) van teşqelan derdixe û bi rojane axa Başûrê Rojavayê Kurdistan topbaran dike. Lê di eslê xwe de DYA ev du sale li wir ji 50 hezarî arteşek bi navê HSD ava kirîye, pirbiçek kirîye û piranîyên vê artêşê jî Kurdin. Ev hêz jî, wekaleta şer dike ji Emerîka re. Ne tiştekî nû ye!

Çima niha tirkîye vê meselê mezin dike?

Di derdorê Heleb û İdlib de Hêzên cîhadkar û OSO bicîh bûne. Li derdorê 100 hezar çekdar bi çekên giran di vê deverê de hene.

Gelo ev piştî biryarên ku ji civîna Astana derket li gor berjewendîyên Rusya-Îran-Esad geşkirina şerekî nû ye?

An DYA dixwaze hêz û hewldanên xwe hîn xurttir bike li van deveran û pêşî li Îran bigire? Ji ber vê jî daxwaza geşkirina şerekî nû têt kirin?

Li derdorê Heleb û İdlib hêzên cîhadkar û Selefî bicîh bûne. Hêzek xurt a çekdar didestê wan de heye û Tirkîye piştgirê van hêza ne. Heleb, İdlib û Efrîn bajarên nêzî hevin. Efrîn didestê Kurdan de ye. Lê Heleb û İdlib didestê kontrola van hêzên cîhadkar deye. Piranîya şervanên van hêzan, Çeçen, Ozbek, Uygur û yên wek van grûban e. OSO, El-Nusra û grûbên yên piçûk di bin bandora Tirkîye de, bi destê tirkî tên pirbiçek kirin. Tirk bi dagirkirina Efrîn dixwaze xeta lojîstîkê bigihîne heta Helebê ku hîn rehettir van hêzan li henber kurdan bikar bîne. Emerîka jî, Rusya jî baş dizane ku ev hewlên Tirkîye ne li dij berjewendîyên wan yên stratejîkin. Bêdengin, an jî pasîf dimînin ji ber ku hesabên ku Tirkîye dike, ji wan re bingeha geşkirina şer çêdike ku, herdû aktor jî ji bona mayîna wan a demek dirêj li Sûrîye, bingehê çêdike.  Bi şîveyek serziman a  dîplomatîk hin Amerîka û hin jî Rusya eşkere dibêjin; em naxwazin Tirkiye operasyoneke wiha pêk bîne"(!) Ev daxuyanî, ji dijberîya operasyona Tirkîye bêtir, wek şîweyek dîplomatîk û hişyarî divê bêt xwendin.

Herkes dualî, sêalî dilîze. Damara herî zeîf Kurd in li Başûrê Rojavayê Sûrî û ev zeîfî wêrektîyê dide Tirkîye ku grûbek Kurd bike dijmin û sebeb bide nîşan û mesajê bide grûbên din jî ku "tirkîye ne dijminê kurdaye, dijminê PYD, PKK û YPG ye"(!)

Ev ne raste. Tirkîye dijminê Kurd û Kurdistan e. Nakokîyên nav Kurdan ji xwe re bikar tine û rê ji xwe re vedike. Heta ku PYD-YPG xwedî wê helwesta xwe a yekalî û ne Kurdistanî be, wê Tirkîye vê ji xwe re bikar bîne.  

Nûnerê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) yê di nav Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê de Fûad Elîko,  bang li PYDê  dike ku; ji bona Pêşmergên Roj jî di Başûrê Rojavêyê Kurdistan de, di nav pozîsyona şer de cîhê xwe bigirin; "divê PYD û ENKS bikevin diyalogê û vegera Pêşmergeyên Roj were gotûbêjkirin"ê.

Lê PYD ji vê stratejîyê direve û meyla xwe, tercîha xwe berbî hêzên artêşa Esad a Surîye de eşkere dike. PYD, Ji avakirina ênîyek Kurd û Kurdistanî direve. Ji ber ku wek stratejîk PYD, di vî warî de ne xwedî stratejî û ramanên Kurd û Kurdistanî ne.

19.01.2018

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin