Dengdana taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê birêve diçe

Dengdana taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê birêve diçe

Dengdana taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê birêve diçe

A+A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dengdana taybet di hilbijartinên pêşwext yên Parlamentoya Iraqê de îro li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê destpê kir û dê heya îro demjimêr 18:00 êvarî berdewam be. Di dengdana taybet de, hêzên wezareta berevanî û navxwe yên Iraqê ji xeynî Heşda Şeibî, herweha hêzên ser bi wezareta Pêşmerge û navxwe û Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê deng didin.

Li Tevaya Iraqê milyonek û 75 hezar û 727 kes ji hêzên ewlekariyê mafên wan yê dengdanê heye. Herweha di zindanan de jî, 671 mafê wan yê dengdanê heye. Ew koçberên ku di wezareta koç û koçberan ya Iraqê de hatine tomarkirin û mafê wan yê dengdanê heye li 17 parêzgehan deng didin û hejmara wan 120 hezar û 126 kes in û piraniya wan li Herêma Kurdistanê ne.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê Lîwa Yehya Resûl ji Rûdawê re ragihand, asayîşa hilbijartinan dikeve stûrê hêzên ewlekariyê û ji bo vê mebestê jî 250 hezar karmendên ewleakriyê hatine perwerdekriin û rahênankirin û amade ne ji bo serxistina vê ezmûnê.

Dengdana taybet li 595 navendên dengdanê li seranserê Iraqê birêve diçe ku 2584 wêstgehên dengdanê li xwe digire. Koçber li 86 navendên dengdanê deng didin ku ji 309 wêstgehan pêk hatiye. Zindanî li 6 bingehan deng didin, ewê li Herêma Kurdistanê ne li Çaksaziyên Mezinan ên Hewlêr, Duhok, Çaksaziya Mezinan a Silêmaniyê û Çaksaziyan Jinan a Silêmaniyê.

Alîkarê Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê derbarê erkên çavdêrên navdewletî di roja dengdanê taybet ji Rûdawê re ragihand, çavdêrên navdewletî bi hemahengiya Komisyonê li seranserê Iraqê erkê xwe cîbicî dikin.

Nîbras Ebûsode dibêje: “Çavdêr di herdu rojên dengdana taybet û giştî de rûmala hilbijartinan dikin û çavdêriya proseyê dikin. Ti navend û binkeyeke diyarkirî nehatiye destnîşankirin, jibo ku çavdêr serdana wan bikin û çavdêriya awayê birêveçûna proseyê bikin. Ew bixwe cih û navend û binkeyan destnîşan dikin û bernameya xwe ji kesekî re aşkere nakin, lewra bi awayekî reha dikarin karê xwe bikin. Bêguman karê vê komîteyê bi hemahengiya komîteyeke taybet a Komîsyonê dibe. Tîm di her du rojên 8 û 10ê Cotmehê de erkdar dibin. Serdana navend û binkeyên hêzên serbazî, aware û zindanan dikin.”

Li Herêma Kurdistanê, dengdana taybet a hêzên emnî li 122 binkeyên tê kirin; 52 li Hewlêrê, 41 li Silêmanî û 29 li Duhokê.

Li wan parêzgehên ku beşekî wan dikevin sînorê navçeya maddeya 140ê, dengdana taybet a hêzên emnî li 130 binkeyên dengdanê tê kirin; 38 li Neynewa, 37 li Diyala, 30 li Selahedîn û 25 li Kerkûkê.

Koçber li Herêma Kurdistanê, li 60 binkeyên dengdanê deng didin, 31 li Duhokê, 20 li Hewlêrê û 9 li Silêmanî.

Li navçeyên ku nakokî li ser wan jî heye, koçber li 7 binkeyên dengdanê deng didin; 4 li Kerkûkê, 2 li Diyala û 1 li Neynewayê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin