Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min jî Kurdistan e!

Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min jî Kurdistan e!

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji dadwerê dosyaya xwe re got, ez kurd im û welatê min jî Kurdistan e.

A+A-

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji dadwerê dosyaya xwe re got, ez kurd im û welatê min jî Kurdistan e.
Dadgeha Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş di roja xwe ya duymîn de li girtîgeha Sîncan ya Enqerê berdewam bû. Demîrtaş bi rêya vîdyoyî ji girtîgeha Edîrne berevaniya xwe kir.


Demirtaş tometên “bangeşeya rêxistina terorê” red kir û got: “Dadwer peyvên Kurd û Kurdistan, bi tîpên biçûk nivîsiye. Ev nîşan dide ku ku çawa xwedî hestek siyasî û pozbilindiyê ye. Min berê jî gotiye, gava em dibêjin – Kurd û Kurdistan pirça serê hinekan gij gijî dibe. Ev dadwer jî, yek ji wan e. Dixwaze biçûk bixe(!) Tiştên wiha bi giştî dive ciddî neyên girtin, lê ev dozger dixwaze biçûk bixe. Ez jî dixwazim ji wî/wan re bibêjim: Ez Kurd im, heta ku hûn nabêjin – tu Kurd î! Bawer bikin, ev yek nayê bîra min. Mirovbûn tê bîra min. Lê, gava hûn bi min re weha didin û distînin - ez niha ne tenê tîpa destpêkî – hemû tîpan mezin dixwînim: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e. Ne tenê tîpa destpêkê ya Kurdistanê mezin dixwînim, hemû tîpan mezin dixwînim, weha jî derbasî rapora dozê bikin…!”
Demîrtaş di rûniştina duhî de jî behsa berdana xwe kiribû û gotibû, eger hûn min li derveyî sînorên Tirkiyê jî daynin ez narevim, ezê bo lêpirsîna wan kesên ku ez xistime zîndanê, vegerim!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin