Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dayîk û Zarokên Wan!

A+A-

Ev 35 sale, li Bakûrê Kurdistan di navbera PKK û dewleta tirk de şer heye.

Ev şer, di destpêkê de wek şerê doza Kurd û Kurdistan destpê kir. Her ku ev şer bi pêş de çû, hedefên şer, metodên şer bi xwe re metirsîyek jî derxist holê. Êrîşên ser gundan, kuştina jin, zarok û kal-pîran, ev metirsî di nav Kurdan de gihîşt astek bilind.

Êrîş hatin ser gundên ku Piştgirî nedidan PKK. Agir berdidan malên wan. Malbat bi malbat, zurîyeta wan ji kokê de dihat kuştin. Pergalên şer li ser esasên metirsîdar, bi şîveyek darêzorê miletê Kurd dixst nav agirê zilma dewleta tirk û PKKê.

Gundên ku piştgirî didan PKK jî, dewlet bi metodên zalimane dihat ser wan û bi eynî metodê; malên wan, tevî zarûzêçên wan dihat şewitandin. Qefle bi qefle dihatin revandin û wenda dibûn, di hundirê malên wan de dihatin şewitandin.

Xerameta vê demê ji doza Kurd û Kurdistan re, birînên salan ku dom bikin û bandorek neyênî çêke, derxist holê.

Rê da ku dewlet, bi hêzên xwe yên paramilîter, li Kurdistan, li ser miletê Kurd terorek dijwar bimeşîne. Bi van metodan reş û spî tevlîhev bibû. Kuştin, revandin, wendakirina mirovan, şewitandina gundan û koçberkirina gundan bêhed û bêhesab bû. Li îstatîstîkên li ber me, di vê demê de 4500 gund hatine valakirin, şewitandin û wêrankirin. 17 hezar kes ji civata medenî wenda ye. 6 milîyon Kurd koçberî metropolên kolonyalîstan bûn. Malbat tineye ku yek jê nehatibe kuştin, wendakirin, an jî zîndankirin.

Di nav refên gerîla de bi 20 hezaran wenda, kuştî hene ku hayê malbatên wan ji wan tuneye. Her dayîk, her bav mafê wî heye ku li aqûbeta zarokê xwe bipirse. Muhatabên vê pirsê dewlet û PKK ye.

Bi qasî ku mafê me, mercên me ku em hesab ji Dewleta tirk bipirsin heye, divê ev maf hebe ku em hesabê van kirinan ji PKK jî bipirsin. Divê PKK jî hesabê kirinên xwe bide. Hesab bide malbatên kesên wenda, şervanên serê çîyan. Li hember kirinên dewletê qîreqîra me ye, lê li hember kirinên PKKê bêdengîyek destpê dike; ku “Dewlet bikuje zilm e, lê ku PKK bikuje divê em deng nekin”(!) Ev bêahlaqîyek, neadilîyek ku mirovatîyê birîn dike derdixe ber me. Civatek ku di nav xwe de ne adîl be, nikare ji dijminê xwe jî adaletê bixwaze û hêvî bike.

Ji ber vê terora dewleta Tirk, keç û xortên kurdan qefle bi qefle ketine rîyan ku xwe bigihînin nav hêzên PKKê. Mixabin di rîyan de, di bin êrîşan de piranîyên wan hatine qetilkirin. Ne mezelê wan heye, ne aqîbeta wan kifş e û ne jî malbatên wan xwedî agahî ne. Birînek ku bi dehan salane xwîn û elem jê diherike û kezeba dâyîkan, bavan dişewitîne li ber me ye. Wîcdanê Kurd û Kurdistan wek birînek vekirî ye.

Bi grûbek piçûk yên dayîkan, li ber avahîya HDP dest bi çalakîyan kirine. Zarokên xwe dixwazin. Dixwazin aqîbeta zarokên xwe hîn bibin. Mirine an dijîn? Li ku ne? Ev mafê her malbat, her dayîk û her bavî ye. Kesên ku li henber vê daxwazê bisekine û bêdeng be, kesê ku bi çavê “lîstika dijmin”li van çalakîyan binêre û li hember van çalakîyan helwestê bigire, tevgerek neadîle, kesekî neadîle û helwest jî nemirovî ye.

Berdevkên PKK û HDP dibêjin “ev provakasyon e û hikûmet li pişt van çalakîya heye”(!)

Ev malbat kurdin an na?

Zarokên van malbatan li serê çîyan, di nav refên gerîla de ne an na?

Çi mirovahîye ku bibêje; “ku zarokên we ji bo min be, ji bona min bixebite, qahreman e” û ku “tu ne piştgirê min be, xayîn” e?

Li ser navê rêveberîya PKK, Mustefa Karasu dibêje “zarokên hun çêdikin, ku hûn nedin me û neşînin şer, çima hun zarokan çêdikin?”(!)

 Ev zîhnîyet çiye? Ruhê doza miletekî rewa di vê helwestê de tune. Doza miletekî, dozek rewa bi destê vê malxerabîyê têt qetilkirin. Li hember vê bêdengî mayîn, bi qasî vê helwesta xerab, berpirsîyar e.

Ji bona van armancên nemirovî, ji bona doza partîyek totalîter ku bûye hêzek ji wekaleta şerê biqirêj, malbatên Kurd, dayîk û bav di nava êrîş û helwesta dewleta Tirk û PKK de bêçar mane.

Doza van dayîkan, dozek rewa ye. Çi dibe bila bibe, kî li pişt van çalakîyan hebin bila hebin, dayîk û bavên van zarokan xwedî mafin ku li zarokên xwe bigerin. Aqîbeta zarokên xwe hîn bibin.

Di vî warî de bêdangî, piştgirîya vê zilmê ye. Divê her Kurd li hember sîyaseta dualî helwestê bigire.

11.09.2019

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin