Daxwaza rakirina parêzbendiya 56 parlamenterên HDPê tê kirin

Daxwaza rakirina parêzbendiya 56 parlamenterên HDPê tê kirin

.

A+A-

Eger li Parlamentoyê bê dengdayîn û bê qebûlkirin wê parêzbendîya parlamenterên HDPê bê rakirin û rêya darazê bo wan bê vekirin.

Ji bo 56 parlamenterên HDPê bi daxwaza rakirina parêzbendeyan, 918 dosyayên fezlekeyê hatine amadekirin. Eger li Parlamentoyê bê dengdayîn û bê qebûlkirin wê parêzbendîya parlamenterên HDPê bê rakirin û rêya darazê bo wan bê vekirin.

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Nusrettin Maçin ji Kurdistan24ê re, dide zanîn ku hemû karûbarên wan ên sîyasî bi fermana desthilatê dibin mijara doz û fezlekeyan.  Li gorî Maçîn, desthilat dixwaze bi zor û zexta daraz û rakirina parêzbendîyên parlamenterên HDPê, pêşî li mixalefeta Kurd û HDPê bigre.

Hevserokên HDPê jî di nav da ji bo 56 parlamenterên HDPê ji ber axaftin û çalakîyên sîyasî bi giştî 918 dosyayên fezlekeyê bi daxwaza rakirina parêzbendeyên wan ji alîyê Serdozgerîya Komarî ve hatine amadekirin û ji bo Meclîsê hatine şandin. Herî dawî di 5ê Çileyê de derbarê 4 parlamenterên HDPê; Remziye Tosun, Nusrettin Maçin, Omer Ocalan û Omer Faruk Gergerlioglu de fezleke hatin amadekirin.

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Nusrettin Maçin, dide zanîn ku hemû karûbarên wan ên sîyasî bi fermana desthilatê dibin mijara doz û fezlekeyan.

Li gorî Maçîn desthilat dixwaze bi zor û zexta daraz û rakirina parêzbendîyên parlamenterên HDPê, pêşî li mixalefeta Kurd û HDPê bigre.

Li gorî amarên HDPê, di sala 2020an de di nav de berpirs, endam û dengdêrên HDPê 1764 kes hatine desteserkirin û ji wan 178 kes hatine hepiskirin. Herwiha hêj 7 parlamenterên heyama berê yê HDPê û 15 endamên rêveberîya navendî ya HDPê girtî ne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin