DAIŞê êrişî artêşa Sûriyê kir: 25 kuştî û birîndar hene

DAIŞê êrişî artêşa Sûriyê kir: 25 kuştî û birîndar hene

.

A+A-

 Hat ragihandin ku li Badiye ya Sûriyê çekdarên DAIŞê di kemînekê de karwaneke hêzên Sûriyê û Feyleqa 5 a ser bi Rûsyayê kirine armanc, û di encam de 5 serbazên Sûriyê hatine kuştin û 20 serbazên din jî birîndar bûne.

Ajansa fermî ya nûçeyan a hikûmeta Sûriyê SANA îro ji zarê çavkaniyekî leşkerî ve ragihand, roja Yekşembê 2ê Çileya 2022an di encama “êrişeke mûşekî ya çekdarên DAIŞê” de bo ser karwaneke leşkerî li Badiye ya Sûriyê, 5 serbazên wî welatî hatine kuştin û 20 serbazên din jî birîndar bûne.

Li gor heman çavkaniyê, êriş di demjimêr 19:00ê êvara Yekşembiyê de li 50 kîlometriya rojhilatê Wêstgeha Sêyem a li Badiyeya Sûriyê û ji aliyê komeke “rêxistina terorîstî ya DAIŞê” ve hatiye pêkanîn.

Çavkaniyê leşkerî ji SANA re gotiye, “êriş bi teqîna topeke 23 milîmetrî pêk hat ku bû sedema mirina 5 leşkeran û birîndarbûna 20 kesên din.”

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) derbarê êrişê de amarek cuda belav kiriye. SOHR dibêje, li Badiye ya Sûriyê li navçeya kêlgehên petrolê yên T2-T3, çekdarên DAIŞê di kemînekê de karwaneke hêzên Sûriyê û Feyleqa 5 a Sûrî ya ser bi Rûsyayê ve kirine armanc, di encamê de 9 serbazên Sûriyê û çekdarên alîgir hatine kuştin, herwiha 15 serbaz û çekdarên din jî birîndar bûne.

Bi zêdebûna êrîşên DAIŞê li ser hêzên artêşa Sûriyê, biyaban veguheriye meydana şer û pevçûnan ku car caran êrîşên Rûsya bo piştevaniya hêzên hikûmetê, cih û tevgerên çekdarên DAIŞê dikin armanc.

Ji 24ê Adara 2019an û heta niha, li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, hezar û 625 serbazên Sûriyê û çekdarên alîgir, 3 serbazên Rûsî, 4 sivîl, 165 çekdarên nêzîkê Îranê li Badiye bi destê çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Hevdem hezar û 117 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Sûriyê û firokeyên Rûsyayê ve li heman navçeyê hatine kuştin.

Ji dema ragihandina jinavbirina DAIŞê ve di Adara 2019an de û jidestdana hemû deverên di bin kontrola wê rêxistinê de, DAIŞ ber bi Badiyeya Sûriyê ve vekişiya ku dikeve navbera parêzgehên Humsê (navendî) û Dêrezorê (rojhilat) li nêzîk sînorê bi Îraqê re, ku çekdarên wê li deverên çiyayî ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin