DAIŞê bi hawinan êrişî bajarokê Gulale kir   

DAIŞê bi hawinan êrişî bajarokê Gulale kir  

.

A+A-

Rêveberê bajarokê Gulaleyê ragihand, DAIŞê derdora Gulale li bakurê rojhilatê bajarê Beiqubeyê bi hawinan topbaran kir, lê êrişa DAIŞê ti ziyanên canî li pey xwe nehişt.

Ehmed Zirguşî Rêveberê Bajarokê Gulaleyê ji Rûdawê re ragihand, “êvara roja Pêncşemê 18ê Sibata 2021 çekdarên DAIŞê derdora bajarokê Gulale dane ber hawinan, lê ti ziyanên canî û madî li pey xwe nehişt”.

Derbarê liv û tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyê jî, Zirguşî got, “bi awayekî giştî liv û tevgera DAIŞê li navçeyê heye, berî demekê du êrîş encam dan û di encamê de polîsek û kesekî sivîl hatin kuştin, îro jî derdora Gulale bi hawinan topbaran kirin”.

Bi gotina Rêveberê Bajarokê Gulaleyê, “rewşa ewlehiya vî bajarokî baş e û hemû malbatên koçber vegeriyane cihê xwe, xizmetguzariyên sereke weke av, elektrîk û tendirustî jî hene”.

Bajarokê Gulale ango Celewla dikeve başûrê qezaya Kelarê û ji aliyê îdarî ve ser bi qezaya Xaneqînê û parêzgeha Diyaleyê ve ye. Gulale bajarokekî Kurdistanî ye ku dikeve sînorê derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û beşek ji navçeyên sînorê madeya 140 a Destûra Iraqê ye ku li gor vê madeya destûrî divê rewşa wan navçeyan bê asayîkirin û piştre xelkê wan navçeyan di referandumekê de biryar li ser çarenivîsa navçeyên xwe bidin.

Nîştecihên bajarokê Gulaleyê ji herdu pêkhateyên Kurd û Ereb pêk tê.

Her heman rojê danê sibê, DAIŞê êrişî xaleke kontrolê ya milîsên Heşda Şeibî li 28 kîlometriya bakurê qezaya Xaneqînê kiribû û di encamê de 3 çekdarên Heşda Şeibî hatibûn kuştin.

Heftiya bihorî DAIŞê di daxuyaniyekê de ku li ser rojnameya xwe ya elektronî ya bi navê al-Naba hatibû belavkirin, ragihandibû ku di navbera 4 heya 10ê Sibatê de 13 êriş di nav axa Iraqê de pêk anîne, ku di encamê de 24 kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Roja 2ê Sibatê jî çekdarên DAIŞê li sînorê Xaneqînê êrişî hêzên Heşda Şeibî kiribûn û di encamê de pênc endamên Heşdê hatibûn kuştin.

Di 24ê Çileya 2021an de jî 11 endamên Heşda Şeibî di kemîneke çekdarên DAIŞê de li sînorê parêzgeha Selahedînê de hatibûn kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin