Daiş êriş dike li ser Heşda Şeibî

Daiş êriş dike li ser Heşda Şeibî

Daişê êriş kir ser pêgehên Heşda Şeibî li bajarokê Rîyaz li başûrê Kerkûkê.

A+A-

Daişê êriş kir ser pêgehên Heşda Şeibî li bajarokê Rîyaz li başûrê Kerkûkê.

Çavkanîyeke ewlehîyê li parêzgeha Kerkûkê ragehand: Hejmareke çekdarên Daişê êriş kirine ser çend bingehên heşda Şeibî li bajarokê Rîyaz, ser bi nahye ya Hewîce.

Mêdîya Heşda Şeibî belavkirîye ku wan bersiv û berperça wê êrişê dane û hejmareke çekdarên Daişê jî hatîne kuştin û otombêleke wan jî teqandine.

Ev jî di demekê de ye ku wezareta Berevanîya Îraqê aşkere kirîye ku pişkek ji çekdarên Daişê, piştî şerê Baxozê hatîne Îraqê û karîne di nav welatîyan de xwe veşêrin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin