Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di derbarê Selahattin Demritaş de biryar da: Divê were azadkirin

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di derbarê Selahattin Demritaş de biryar da: Divê were azadkirin

- Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya di derbarê Selahattin Demirtaş de da û daxwaz kir, ku divê Demirtaş were azadkirin.

A+A-

Parêzerên hevserokê giştî yê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş bi hinceta binpêkirina mafên Demirtaş ên azadî, ewlehî, darizandin û hilbijartinê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da.

 

Dadgehê îro biryara xwe ya di derbarê Selahattin Demirtaş de da û ragihand, ku girtina wî li dijî hiqûqa navxweyî û navdewletî ye û daxwaz kir, bo berdewamkirina girtina wî heta ku hincet û belgeyên nû neyên pêşkeşkirin, divê di demeke herî nêzîk de were azadkirin.

 

Dadgeha Ewropayî herwiha di biryara xwe de da xuyakirin, ku mafên Demirtaş ên girtina dimdirêj û hibijartinê û xala 18emîn a Rêkevtina Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.

 

Li gor biryarê Tirkiye dê 10 hezar euro qerebûya manewî û 15 hezar euro jî bo mesrefên doze bide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin