Clinton: Trump xîyanetek kirêt li kurdan kir!

Clinton: Trump xîyanetek kirêt li kurdan kir!

Wezîra berê ya derve ya Amerîka, Hillary Clinton dibêje, serokê Amerîka Donald Trump bi vekişandina hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê, xîyanet li kurdan kir ku hevalbendên sadiq yên Amerîka ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Nerazîbûn li dijî fermana serokê Amerîka Donald Trump ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û vêxistina çira kesk bo êrişa Tirkiyê didomin.

Wezîra berê ya derve ya Amerîka û namzeda berê ya serokatîya Amerîka, Hillary Clinton jî li ser twîttera xwe bi tundî li dijî wê fermana Trump nerazîbûn nîşan daye. Hillary Clinton gotîye:

“Bila em rûrast bin. Serok (Trump) li şûna ku xwe bide alîyê hevpeymanên me yên sadiq û berjewendîyên Amerîka, xwe da kêleka serokên otorîter yên Tirkîye û Rûsyayê. Ev fermana wî ya kirêt, him xîyanet li sûnda wî ye him jî xîyanet li kurdan e.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin