Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Cîhana zarokî/ê, lı gorî zanyaran Prof. Chomsky, Prof.Dr Pîaget û Prof. Vygotskîj

A+A-

"Em bi zimanê xwe ji dayîka xwe bûne"  

 

Hizr û dîtinên zarokî/ê sade û paqij in û hestên wî/ê rasteqînî ne. Zarok ji bilî başîyê tiştekî din ne hizre. Ji bo ku mirov di derbara zarokî/ê de serwext bibe, têbigîhije, divê mirov bi qeydên wî/ê pê re danûstandinê çêbike û bi çavên wî/ê lê mêze bike da ku mirov bikaribe cîhana wî/ê têbigihîje. Hizr, dîtin û bîrûbawerîyên zarokî/ê di derbara jîyanê de hêsantir, xwezatir, normaltir û ji yên salmezinan jî bingehtir in. Di cîhana zarokî/ê de hemû her tişt bi hevûdu re girêdayî ne. Zarok bawer dike ku hemû materîyal û tişt bi zindî (can,gan, ruh) in û Cîhan ji alîyê yekî/ê ve çêbûye bi armanca ku mirovahî û başîyê hebe. Ji alîyê din ve, ew dibêje qey hemû însan wekî wî/ê li tişt û hûrûmûran mêze dikin (Karin Perwer, 1987; Maare Tamm 1989).

 

Prof. Noam Chomsky û zimanê zarokî/ê

Noam Chomsky zaroknas, zimanzan û lêkolînerê Amerîkayî ye, dinivîse, dibêje, em bi zimanekî çêkirî ji dayîka xwe bûne, tenê pêwîstîyên me bi hawîrdoreke pozîtîv be, heye, ji bo pêşveçûna zimanê dayîkê. Chomsky (1957) dinivîse, dibêje gramatîka zarokî/ê bi giştî û unîversel e. Li gorî Chomskyî, her zarok bi zimanê xwe yê çêkirî, ji dayîka xwe dibe û herwisan jî, xwedîyê mekanîzma fêrbûnê ye, bêyî ku îmîtasîyona derûdora xwe bike. Lê lêkonêrên kevn giranîya xwe didan ser zimanê ku tê axaftinê, wan fahm ne dikir ku zarokê/a nûh ji dayîkbûyî danûstandinê bi hawayekî din çêdike. Niha em dibînin ku zimanê zarokî/ê yê hundir û veşartî heye.

Teorîya gramatîka Chomskyî tê wateya ku zimanê zarokî/ê, xwedîyê qanûnên gelemperî ne û kêm-zêde zimanê hemû zarokan dişibin hevûdu. Zarokê/a nûh ji dayîkbûyî dixwaze digel dayîka xwe “komunîkasîyonê” (danûstandin) çêbike. Ev zarokê/a nûh ji dayîkbûyî dixwaze danûstandinê çêbike. Ev danûstandin bêyî ku ew zimanê xwe bikarbîne, pêk tê. Nimûne: deng derxistin, mizemiz kirin, girîn... Chomsky qala pêşveçûna zimanê zarokî/ê dike, berîya bikarhanîna peyva zarokî/ê ya yekemîn. Yanî di hundirê zarokî/ê de zimanekî din heye. Li gorî Chomskyî zarok objekt e, lê li ba Pîaget û Vygotskij subjekt e. Mirov dikare di navbera Piaget û Vygotskij de sûntezekê bibîne, ji ber ku her du pedagoj jî, bi çavekî aktîv li zarokî/ê mêze dikin. Li gorî wan zarok bi derûdora xwe re aktîv e.

 

Chomsky dibêje:

•Mirov bi zimanê xwe ji dayîka xwe dibe û zimanê mirovî universel e.

•Mêjîyê mirovî hatiye programkırin ji bo fêrbûna zimanî.

•Rêziman universel û xwedîyê qanûnên giştî û gelemperî ye.

•Mirov bi îmitasîyonê fêrî ziman nabe, ji ber ku hemû fêrî ziman dibin.

•Hemû zarok kêm-zêde di eynî rê de derbas dibin.

•Bêyî ku mirov li dersxanê de perwerde bibe.

•Fêrbûna zimanî, fêrbûnek taybetî ye.

 

Prof. Dr Piaget

 

Piaget qala asîmîlasiyon û accomodasîyon dıke. Ligorî wî însan hewil dide, xwe dihêşine ku di derbara dinya û hawîrdorê de serwext bibe û hawîrdora xwe nas bike, têbigîhije. Zarok dixwaze serborî, tecrûb û zanyarîyên nûh bi rêya asîmîlasiyonê fêr bibe. Li vir ez qala asîmîlasîyona siyasî nakim. Nûçe û zanyarîyên zarokî/ê nûh li ser yên kevn zêde dibin, bêyî ku yên kevn bên guhartin û windakirin. Zarok dixwaze hînî tiştên ku di derbara hawîrdora wî/ê de hene, hîn bibe û ji bo vê yekê jî, serê xwe diheşîne. Accomodasiyon tê wateya ku nûçe û zanyarîyên kevn li gorî zanyarîyên nûh diguhirin. Bi gotineke din, accomodasiyon tê wateya ku zarok dixwaze di derbara cîhan û hawîrdora xwe de hînî înformasîyonên nûh bibe. Ji ber vê yekê jî, zarok “întegre” dibe û di şûna tiştên kevn de, tiştên nûh fêr dibe. Fêrbûn encama çalakîyên wî/ê ne.

 

Piaget dibêje:

 

•Proses û pêşveçûnên zarokî/ê bi pêngavên zarokî/ê ve girêdayî ne.

•Pêşveçûn- mekanîzma cîhana zarokî/ê ya bi giştî girêdayî ye.

•Girîngiya bîyolojîyê ji bo pêşveçûna zarokî/ê, rola xwe dileyîze.

•Zarok li gorî rewşa xwe ya xwezayî ji dayîka xwe bûye, û bi hawayekî pêngavî fêrbûnê zimanê xwe dibe. Pêşveçûna zarokî/ê bi salên zarokî/ê ve girêdayê ne.

 

Vygotskij

 

Vygotskij dinivîse, dibêje dîtinên Pîagetî tê wateya ku zarokî/ê zanyar e, tê wateya ku zarok bi hawîrdora xwe ya bi sosyal û kulturê ve hatiye pêçandın. Ziman û kultur bandora xwe li ser pêşveçûnên kognîtîvê yên zarokî/ê dihêlin û zarok hem “ji hundir” û “der” û ji derve ve û hundirî ve pêş bikeve. Pêşveçûna zarokî/ê encama danûstandina zarokî/ê digel hawîrdorê, bi taybetî ji dêûbav, xwişk û bira û mamoste rolên xwe yên mezintirîn dileyîzin . Hewes û întresa Vygotskijî wekî ya Pîagetî ye. Lê li gorî Vygotskijî zarok zimanê xwe bi înteraksîyonê hîn dibe. Dîyalog zimanê zarokî/ê çêdike.

 

Chomsky antîteza Pîaget û Vygotskijî ye. Li gorî Chomskyî zarok objekt e, lê Pîaget û Vygotskij tersê wî dibêjin. Mirov dikare di navbera Piaget û Vygotskij de sûntezekê çêbike, ji ber ku her du jî, bi çavekî aktîv li zarokî/ê mêze dikin. Li gorî wan jî zarok bi derûdora xwe re aktîv e (Vygotskij 1981; Perwer, 1987; Maare 1989) .../ Maruf Yilmaz

 

Lîteratur

 

Noam Chomsky (1957) Syntactic structures

Maare Tamm (1989). Batnets tankevärld, Essente studium Akademiförlaget: Göteborg

Vygotskij, L. (1981). Psykologi och dialektik, en antologi I urval av Hydén, L-C. Stockholm: Nordstedt förlag.

Stockholm

06-11-2010

 

Önceki ve Sonraki Yazılar