Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel hat binçavkirin

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel hat binçavkirin

.

A+A-

Li Amed û 3 bajarên din îro polîsan bi ser gelek malan de girtin û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, berpirsên HDP, DBP û ESPê jî di nav de herî kêm 18 siyasetmedar û sendîkavan hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, îro li Amedê, polîsan bi ser gelek malan de girt û siyasetmedar, sendîkavan û Dayikên Aştiyê jî di nav de, herî kêm 14 kes desteser kirin ku yek ji siyasetmedarê hatiye desteserkirin Bayram Bozyel e.

Li gor zanyariyan ji bilî Bayram Bozyel, hejmareke din a berpirsên partiyên siyasî, siyasetmedar û sendîkavan jî di nav de herî kêm 18 kes hatine desteserkirin.

Beşek ji wan kesên ku di çarçova operasyona vê sibehê de hatine desteserkirin: Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, ji teşkîlata HDPê ya Amedê Mehmet Asana, Şehmus Yavuz, Huseyîn Baran, Hevserokê HDPê yê Rezanê Nasir Yelter, rêveberên DBPê yên Amedê Mehmet Suslu, Alî Alkan, Yasemîn Akengîn, Hevserokê ESPê yê Amedê Erkan Keskîn, rêvebera sendîka SESê li Amedê Gulhan Tekîn, Hevseroka No 2 ya Egitim-Senê Arzu Koç, Endama Şaxa Jûra Endazyarên Makîne ya TMMOBê Arîn Zumrut, Hevserokê Şaxa Amedê ya Tum Bel- Senê Abdulbakî Ondeş û Endama Encûmena Dayikên Şemiyê Vesiye Yigit.

Her li gor zanyariyan ji bo kesên ku vê sibehê hatine desteserkirin, ji bo dema 24 demjimêran qedexeya hevdîtina li gel parêzeran hatiye danîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin