Cenazeyên 4 penaberên Rojava şeva înê digihin Hewlêrê

Cenazeyên 4 penaberên Rojava şeva înê digihin Hewlêrê

.

A+A-

Hat ragihandin ku cenazeyên 4 penaberên kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê ku li Kirwatiya di rûdaneke trafîkê de can dabûn li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, şeva înê digihin Hewlêrê.

Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beriya niha li ser bûyerê ragihandibû: “Mixabin di encama bûyereke trafîkê de li Kirwatiyayê çar penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û hin penaberên din jî birîndar bûn. Tevî serxweşiya me ji malbatên wan re û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re, li ser rasparde û erkê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê cenazeyên her çar penaberan bo Herêma Kurdistanê dê bêne vegerandin û piştre jî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve werin rêkirin û li axa xwe werin veşartin.”

Hat zanîn du kesên ku can dane xelkê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ne û du kesên din jî xelkê Dirbêsiyê û Serê Kaniyê ne.

22yê Adarê li Kirwatiyayê kamyoneke ku koçber tê de bûn ji rê derketibû û qulibî bû.

Di bûyerê de 4 koçberên Rojavayê Kurdistanê can dabûn û 24 kesên din jî birîndar bûbûn.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin