Celal Mihemed: Tirkiyê guhertina demografiyê armanc dike

Celal Mihemed: Tirkiyê guhertina demografiyê armanc dike

.

A+A-

Sekreterê Partiya Aştiyê Telal Mihemed li ser gefên Tirkiyê yên li hember rojavayê Kurdistanê ragihand: “Tirkiye di gefên xwe de cidî ye, ji ber xwedî proje ye. Ev cidiyeta Tirkiyê, ev gefên wê, metirsî li cem milet çêdike.”

Telal Mihemed ji bajarê Qamişlo beşdarî bultena Kurdistan24ê bû  û derbarên gefên dawî yên Tirkiyê de got: “Tirkiye xwedî projeyek e, li hundirê Sûriyê projeya wê diyar e. Tirkiye heta jê bê, dê hewl bide projeya xwe pêk bîne û hemû dever û herêmên li ser sînorê dewleta Tirkiyê, yên ku bi Sûriyê ve girêdayî ne, vala bike û guhertineke demografî bike û ew kesên li cem wê, çi fesaîlên çekdar bin, çi ew kesên ku Sûrî ne û li cem wê ne, wan têxe deverên li bin destê xwe, guhertina demografî û projeya wê ya ku wan deveran gişî, li seranserê sînorê dewleta Tirkiyê li aliyê Sûriyê pêk bîne.”

Li ser cidiyeta Tirkiyê ya li ser gefên xwe, Telal Mihemed eşkere kir: “Tirkiye di gefên xwe de cidî ye, ji ber xwedî proje ye. Ev cidiyeta Tirkiyê, ev gefên wê, hinek metirsî li cem milet çêdike. Ji ber ku mesela Sûriyê hîn zelal nebûye, heta ku çareseriyeke siyasî ya Sûriyê neyê danîn, dê gefên Tirkiyê her wiha pir zêdetir bibe, dê hewl bide çawa projeya xwe pêk bîne li bakurê Sûriyê.”

Herwiha Telal Mihemed diyar kir: “Hêzên navnetewî li vê derê hene û ev hêzên navnetewî berjewendiyên wan li deverê hene û li gor wan berjewendiyên wê kar û xebat û têkiliya wan dike. Heta niha hêzên navnetewî jî hîsaba dewleta Tirkiyê dikin, dewleteke di nav NATOyê de ye, hevpeymana hinek hêzên Hevpeymaniya Navdewletî  ye ku li Sûriyê şerê terorê dike. Ev hêzên navnetewî di baweriya min de, niha ev gefên hêzên Tirkiyê çima zêde bûne, rêkeftinek di navbera Tirkiye û Amerîkayê de çêbûye, rêkeftinek di navbera Tirkiye û Rûsyayê de çêbû, yanî şerekî din berdewam neke, şerek dubare neke li bakurê Sûriyê û li cihê xwe bisekine. Evana hiştin u heta niha Tirkiye van gefên bi zor dike û van tehdîdên rasterast dike. Gava dibêje 'ez ê operasyonekê bikim' dike. Heta niha gefan dike, behsa ti operasyonê nekiriye.”

Telal Mihemed destnîşan kir ku belavbûna hêzên siyasî yên kurdî, bûye sedema lawaziya wan û got: “Lihevkirin çêbibe, diyalog bi ser bikeve û Kurdên rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi yek helwestî bin û bi yek nêrîn bin, bi baweriya min Kurd dê bihêztir bibin, ji bo karibin parastina gelê xwe bikin û ji bo karibin pirsgirêka Kurdî li Sûriyê çareser bibe.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin