Çavuşoglu derbarê PKKê de ji Iraqê daxwazek kir

Çavuşoglu derbarê PKKê de ji Iraqê daxwazek kir

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di 13emîn Konferansa Balyozan de derbarê Sûriye û Iraqê de axivî û got ji bo yekperçebûna her du welatan girîngiya operasyonên wan ên leşkerî hene û ji Iraqê daxwaz kir ku PKKê wek rêxistineke terorê raghîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê di vekirina 13emîn Konferansa Balyozan de axivî.

Çavuşoglu di axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku li derveyî sînorê Tirkiyê 4 hezar kîlometre ji bo vegera koçberên Sûriyê paqijkirine û eger operasyona wan nebûne ne DAIŞ ne jî YPG ji wê derê dernediketin.

Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu di axavtina xwe de wiha got “Em pêşveçûnên li cîranê xwe Iraqê ji nêzîk ve dişopînin. Em dixwazin Iraqeke aram û bi temamî li ser her devera axa xwe serwer bibînin. Hebûna PKKê li wê derê beşeke girîng ya peywendiya me a ligel Iraqê ye. Berî her tiştî em ji Iraqê daxwaz dikin ku PKK wek rêxistineke terorê raghînin û gavên pratîkî li beramber vê rêxistinê bavêjin. Heta ev daxwaza me bê cîbicîkirin emê li ser wergirtina tedbîrên ewlekariya xwe berdewam bin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin