Çaremîn rûniştina Doza Kobaniyê îro tê kirin

Çaremîn rûniştina Doza Kobaniyê îro tê kirin

.

A+A-

 Çaremîn rûniştina Doza Kobaniyê îro li Enqerê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê birêve diçe.

Îro çaremîn rûniştina dadgehê ya derbarê doza bûyerên Kobaniyê de tê kirin, ku tê de tevî hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, 24 girtî bi tevahî 108 endam û berpirsên HDPê tên darizandin.

Parêzerê Selahattin Demirtaş Mahsunî Karaman, li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Peryoda rûniştina çaremîn a Doza Kobanî ya fen û fêl (kumpas) li 22emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê dê birêve biçe. Ev peryod dê heta 1ê Cotmehê berdewam bike.”

Di doza bûyerên Kobaniyê de Serdozgerê Giştî yê Komarî yê Tirkiyê, ji bo 108 berpirs û endamên HDPê daxwaza 19 hezar û 680 sal zindanê dike û herwiha bo 38 kesan jî daxwaza zindanîbûna heta hetayê dike.

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe û xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirov a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê, wê demê zirar gehiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyayê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyeran re, roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê hatibû kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin