Caferî pêwendiyên bi dizî yên Sûriye û Tirkiyê aşkere dike

Caferî pêwendiyên bi dizî yên Sûriye û Tirkiyê aşkere dike

.

A+A-

Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê Beşar El-Caferî aşkere kir, hevdîtin di navbera Sûriye û Tirkiyê de hatine kirin. 

Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê Beşar El-Caferî aşkere kir, hevdîtin di navbera Sûriye û Tirkiyê de hatine kirin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê Beşar El-Caferî duhî di hevpeyvînekê bi Kenala “almayadeen” re kir û Caferî tê de tekez kir ku "Tirkiyê bi çar caran ji Golanê mezintir, xaka Sûriyê dagir kiriye."

Caferî aşkere kir jî: “Hevdîtinên ewlehiyê di navbera Sûriye û Tirkiyê de hatin kirin, lê bê encam bûn.”

Caferî bal kişand ser qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve jî got: “Qutkirina avê li ser Sûriyê “cîrantiya baş” nîşan nade.

Her di di wê hevpeyvînê de Caferî got: “Sedema bingehîn a rûbirûbûna bi berjewendiyên welatên rojava re, projeya Îsraîlê ya li herêmê ye" û destnîşan kir: "Gelên Ereb di parastina mafên Fîlîstîniyan de li pêşiya hikumetên xwe ne".

Herwiha got jî: “Gotinên taifî û mezhebî êdî bandorê li Sûriyan nake û hişmendiya Sûriyê jî yek ji sedemên serketina me ye.”

Caferî dibêje: “Eger Rûsya û Çîn di Encûmena Asayişa Navdewletî  Ewlekarîyê de nebûna, dê tiştên îro ji xirabtir rû bidana. Welatên rojav di 9 salan de, 8 komîte ava kirin da ku destêwerdanê di karûbarên Sûriyê de bikin.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin