Borrell: “Em ê li Rojhilata Derya Sipî bi Amerîka re bixebitin”

Borrell: “Em ê li Rojhilata Derya Sipî bi Amerîka re bixebitin”

.

A+A-

Borell û Blinken li Brukselê hatin cem hev. Borell got ku dê YA yê û Amerîka di çarçoveya berjewendiyên Tirkiyê de jî, bi awayekî mayînde bo kêmkirina gengeşeyan li Rojhilata Derya Sipî bi bixebitin. Piştî hevdîtinê Borell behsa hevdîtina xwe kir û Blinken bo çapemeniyê agahiya li jor ragihand.

Di mijara têkoşîna li hemberê Çînê de her dû dewlet hemfikir mane ku li ser mijarê dê diyaloga xwe zêdetir bikin. Borrell di mijara Çînê û Rûsyayê de weha got:

“Bo mafên mirovan, ewlehî, aborî û hevdîtinên erênî bi Çînê re, wê YA yê û Amerîka di asta bilind de hevdîtinan bikin.

Bo Rûsya dev ji tewrê xwe yê dijberiyê berde, em ê Rûsyayê teşwîq bikin û xebatên xwe koordîne bikin.

Em ê xebata xwe bikin da Amerîka dagere ser peymana nukleerî ya navbera wan û Îranê. Amerîka destekê dide Hewlên Bergiriya YA yê.

Em ê bo pêşdebirina pêvajoya Afxanistanê xebatên xwe zêde bikin û em li ser Etîyopyayê û Rojavayê Balkanan axifîn.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin