Biryarekî encûmena asayîşa navnetewî li herêma Kurdistanê tê bicîhanîn

Biryarekî encûmena asayîşa navnetewî li herêma Kurdistanê tê bicîhanîn

Îro 01.12.2019ê li Hewlêrê di konferansekî de biryara encûmena asayîşa navnetewî ya taybet li ser jinan guftûgo derbarê wê de hat kirin û biryar tê bicîhanîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Emîndara giştî ya encûmena bilind a karûbarên jinan Pexşan Zengene amaje bi wê yekê kir projeyek bo bicîhanîna wê biryarê tê amade kirin û herêma Kurdistanê di çarçoveya helmeta 16 rojî ya tekoşîna dijî tundîya hember jinan, kar bo bicîhanîna biryara 1335 a encûmena asayîşê dike.

Amaje bi wê yekê jî kir: ‘’Biryara 1335 taybet li ser wê yekê ye ku li wan welatên şer û tundî lê heye û cudayîya zayendî li wan welatan heyî ye.’’

Ev konferans ji bo wê ye ku ji naha û pê de herêma Kurdistanê biryara encûmena asayîşê bicîhbîne ye.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin