Biryara girtina Can Dundarî hatiye derxistin

Biryara girtina Can Dundarî hatiye derxistin

Bi îdiaya ku di çalakiyên Parka Geziyê de rolekek aktîv lîstiye, ji bo rojnameger Can Dundarî biryara girtinê hatiye derxistin.

A+A-

Di çarçoveya jêpirsîna derbarê çalakiyên Parka Geziyê de, ji bo rojnameger Can Dundarî biryara girtinê hatiye derxistin.

Buroya Terorê û Sûcên Birêxistinî ya Serdozgeriya Somarî ya Stenbolê jêpirsînê dike û di vê çarçoveyê de ji dadweriya nobedar re nivîsek hatiye şandin. Di vê nivîsê de derbarê Can Dundarî de ev îdia hatine nivîsandin:

* Xwestiye di dema çalakiyên Parka Geziyê de mirovan rake ser lingan û rê li ber wan bixe,

* Xwestiye hêza endamên rêxistina terorê ya li hemberî hêzên asayişê zêde bike ku hêzên asayişê dixwestin pêşî li bûyeran bigirin,

* Ew rol û tevgera sîxurtiyê ya di nava rêxistinê de dane wî birê ve biriye.

Dadweriya nobedar jî îdia kiriye ku çalakiyên Parka Geziyê di bin serokatiya Osman Kavalayî de hatine plankirin û bi rengekî sîstematîk hatine kirin. Dîsa hatiye îdiakirin, bi van çalakiyan hatiye xwestin ku li welêt kaos û tevliheviy çêbibe û hikûmet nikaribe karê xwe bike.

Dadgehê diyar kiriye ku delîlên berbiçav hene ku Can Dundarî di çalakiyên navborî de roleke çalak lîstiye û sûc kiriye û biryara girtina wî derxistiye.

Dundar: Em hemû li Geziyê bûn

Can Dundarî piştî vê bûyerê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye û gotiye “Em Hemû li Geziyê bûn, Em serbilind in”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin