Selîm Acar

Selîm Acar

Hemû nivîsên nivîskar >

Bileteka çûn û vegerê

A+A-

Ji xwe re li bilêtekê digerim, ji bo çûn û vegerê...

Berê welatparêz û nîştîmanhezên kurdan ber bi rojhilat ve ne; rojeke nû hiltê, bi tînek germa xweş  û rohniyeke geş. Kurd ref bi ref, pêl bi pêl ji rojava, berê xwe danin rojhilat, ji bo bi çavên xwe bibînin, rastiya xewna hezar salan. Ew dixwazin wê roja pîroz bibînin bi çavên xwe, bijîn wê kelocanê di gîyana xwe de. Dilê xwe dagrin bi hesreta salan û gîyanên şehîdan şad bikin, di mejiyê xwe de. Bi kurd kurmancî dixwazin bibînin roja diyarkirina serxwebûna beşê başûr û hêviyên xwe bi hêz bikin ji bo Kurdistana yekgirtî...

Ez jî ji dil dixwazim bibim neferekî ji wan rêwiyan. Rêwiyên ber rojhilat ve bi rê ketinin, bighêjin Hevlerê, di we roja pîroz de.

Bilêteke çûn û hatinê ji bo min pêwist e... Dizanim, dema ew roja bê, dê nemînin bilêtên balefiran. Wê bibe qeyrana bilêtên balefiran. Rê dûr e! Ez nikanim bi pêyan bighêjim Hevlêrê  û nexwedî tirimbêlim da ku bi wê bighêjim cîhê pîroz, di roja pîroz de, ji ber vê ji min re pêwiste bileteke ji bo yek şevûrojê ji bo çûn û vegerê...

Mixabin ew roja pîroz ne diyar e, lê dizanim ew ne dûr e. Wisa hêvî û daxwaz dikim heta Newrozê be...

Ez dil nexweş, dil tenik û dil lawaz im. Sitres, westîyayîbûn, acizî, berketin, tengijandin û kelocan jahrin ji bo dilê min. Ku ji kêf û kelocanên wê roja pîroz, dilê min rawest e; ez dê xeman nexwim, ji ber ku ez dê bighêjim miradê xwe. 

Bila çawên min li wê ala rengîn bikeve, dema li ser parlementa Kurdistanê biheje, di roja serxwebûnê de; guhên bibihîze, dengê serokê komara Kurdistanê "em serxwebûna Kurdistanê diyar dikin û ev roj li gelê Kurdistanê pîroz be!", ji ber ku ez dê bibim şahidê wê rojê, dil rawestin, êdî dê heq be!

Ku ev dilê nexweş û lawaz reneweste, di roja din de, bi bilêta çûn û vegerê, ez dê paşde vegerim, gel malbata xwe, ez dê wek kesekî kal, bijîm bextiyar...

Ez dikarim bêjim ez jiyam: "Min darek çand, bûm xwedî mendalek û min nivîsand pirtûkek!" 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin