Bîlançoya şerê Idlibê: 2 hezar 468 qûrbanî…

Bîlançoya şerê Idlibê: 2 hezar 468 qûrbanî…

Di nav 75 rojan de 450 êrîşên cuda yên esmanî pêk hatine û bi kêmî 16 sivîl û 606 jî çekdarên cîhadî hatine kuştin.

A+A-


Hat ragihandin ku di encama êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê yên bi piştevaniya Rûsyayê de, di nav 75 rojan de 450 êrîşên cuda yên esmanî pêk hatine û bi kêmî 16 sivîl û 606 jî çekdarên cîhadî hatine kuştin.


Herwiha li gorî raporta ajanseke xwecihî ya Idlibê, ji roja 30yê Nîsanê ve ku êrîşan dest pê kiriye, 2 hezar û 468 kes li navçeya ku wekî navçeyeke hêmin hatibû ragihandin bûne qurbanî. 


Ji nav kuştiyan 606 çekdarên muxalîfên Sûriyê û grûpên cîhadî ne û 878 serbaz û çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyê ne. Li heman deverê 645 kesên sivîl bûne qurbanî ku ji wan 45 kes di encama topbarankirina grûpên çekdar ên li ser deverên li jêr destê hikûmeta Sûriyê rû dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin